Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin

  • jin
  • 09:00 24 Adar 2021
  • |
img

RIHA - Sê jinên kedkar ên li dijî îstîhdama jinan a li Rihayê her ku diçe kêm dibe têdikoşin, bi vekirina kargehekê, dixwazin li bajêr îstîhdama jinan zêde bikin. Ji van sê jinan Şehrîban Korkmaz, diyar kir ku divê jin daxwazên xwe baş zanibin û ji bo van daxwazên xwe têbikoşin.

Li bajarê Rihayê her roja diçe îstîhdama jinan kêm dibe. Sê jinên kedkar Şehrîban, Ayfer û Dîlan Korkmaz ên dotmanên hevin, bi “piştevaniya jinan” kargeha xwe vekirin û bi vê dixwazin ku pêşiya jinan vekin.
 
AZADIYA ABORIYÊ
 
3 jinên li navçeya Eyyubiyê dikana navenda xweşikirinê vekirin, diyar kirin ku azadiya aboriyê jinan li ser piyan digere. Şehrîban Korkmaz (28) a bi salan di sektorên cuda da xebitî, anî ziman ku ew li vê derê xwe îfade dikin. Korkmaz, da zanîn ku wê bi dotmanên xwe re biryara vekirina vê kargehê dane û wiha axivî: “Em fikirin ku emê çawan aboriya xwe qezenc bikin? Emê çawan bi xwe debara xwe bikin? Ji ber ku dewlet di vê qadê de alîkariya jinan nake, me bi xwe bi derfetên xwe ev kargeh vekir.”
 
LI DIJÎ ZORIYAN TÊKOŞÎN
 
Korkmaz, bal kişand ser avakirina kargehê û wiha got: “Du salan li ser vê yekê em fikirin. Di vê pêvajoyê de du caran me dest ji vê fikra xwe berda. Lê herî dawî me vekir. Vekirina kargehê ji bo me pir zor bû. Heya ku me kargeha xwe vekir me gelek zor û zehmetî kişandin. Me bi xwe dîwarên wê boyax kir û alavên xwe bar kirin. Di heman demê de, di warê fermiyetê de jî em bi zoriyan re rû bi rû man. Lê ji ber ku me di nava piştevaniya jinê kargeha xwe vekir, me hemû zorî derbas kirin. Jinên ku dixwazin bi xwe bibin xwediyê karê xwe ev pêşniyara me ji wan heye. Divê jin daxwazên xwe baş zanibin û ji bo van daxwazên xwe têbikoşin. Lazime li dijî hemû astengiyan, ev dewlet yan jî malbat dibe, têkoşînê ji bîr nekin. Bi taybetî, divê destûrê nedin ku serdestiya zilam wan paş ve bide. Em îro ji têkoşîna jinan hêzê digirin. Em dixwazin hevalên me yên jin alîkariyê bidin me. Pêwîstiya me bi vê yekê heye.” 
 
‘MIN HIYERARŞÎ QEBÛL NEKIR’
 
Hemşîre Ayfer Korkmaz (24) jî, diyar kir ku ji ber pîşeyê bavê xwe ew neçar maye ku her tim li bajarên cuda bijî û wiha axivî: “Ev jî bû sedem ku baweriya min bişike. Mirov her ku dijî zane dibe. Dema ku ez pergalê tehlîl dikin, di hin mijaran de min hiyerarşî qebûl nekiriye. Bi taybetî di warê têkoşîna jinan de, her ku zanebûna mirov çêdibe, mirov rastir dikare mudaxileyê bûyer û jiyana xwe bike. Êdî ez gihame wê baweriyê, divê jin bi xwe karibin li ser piyên xwe rawestin. Civak û hişmendiya niha heyî pir zore. Bi baweriya em ê karibin li dijî vê yekê têbikoşin, me dest vî karî kir.” 
 
‘ME KAR PARVE KIR’
 
Dîlan Korkmaz a hevpara kargehê jî, zewiciye û zarokekê wê heye. Korkmaz, bi bîr xist ku wê heya niha li gorî biryarên derbarê jiyana wê de hatine, dayîn tevgeriyaye. Korkmaz, bal kişand ser hewldana xwe ya bixebite û wiha got: “Li şûna ku di malê de rûnim, min xwest bi hevalên xwe re vî karî bikim. Ji ber ku ez zewicîme, berpirsiyariyên min hene. Berî ku ez bixebitim, hemû karê malê min dikir. Lê dûre min û hevjînê min di warê karê malê de hevbeşî kir.”
 
Korkmaz, diyar kir ku serbixwetiya aboriyê hêzê dide wê û wiha bi dawî kir: “Dema ez zewicîm pirsgirêkên me yên aborî hebûn. Li gorî dihat xwestin, min nedikarî ji hevjînê xwe bixwazim. Lê niha ez bi xwe pereye xwe qezenc dikim. Êdî em li destê zilamekê mêze nakin. Ev hestek pir xweşe. Divê her jin vî hestî bijî. Niha em 3 kesên, lê xeyala me ya herî mezin ewe ku hemû jin bixebitin. Ji bo ku jin bi xwe kargehên xwe vekin, aboriya xwe qezenc bikin û li ser piyan rawestin, kêm jî be me xwest em pêşengiyê bikin.” 
 
MA / Emrullah Acar - Bariş Polat
 

Sernavên din

25/03/2021
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike