AMED - Rojnamegerê Firansî Sylv Mercadier, yê ku xwest Newroza Amedê bişopîne, li Stenbolê binçav kirin û dersînor kirin.
Rojnamegerê Firansî Sylv Mercadier ku ji bo Newroza Amedê bişopîne hat Tirkiyeyê, polîsan şevê din li Balafirgeha Sabiha Gokçen ya Stenbolê binçav kirin û dersînor kirin. Rojnameger Mercadier, li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku ew li balafirgehê 2 saetan hatiye binçavkirin û di lêpirsînê re derbas kirine. Rojnamgerê Sînornenas (RFS), diyar kir ku rojnamegerê destûr nedan têkeve Tirkiyeyê Mercadier serê sibê dersînor kirine.