Hunera wî serê tilîkên wî ne

img

ENQERE - Memîk Kîbarkaya ku wêneyan bi teknîkeke xweser xêz dike got: "Hunera min, serê tiliyên min in." 

Memîk Kîbarkaya ku li Bazarcix a Mereşê çêbûye û ji 7 saliya xwe heya 17 saliya xwe şivantî kiriye, gava şivan bûye bi heriyê li ser zinar û tehtan wêneyê bizin û karikan xêz kiriye. Paşê ev yek jê re bûye meraq û daye dû vê meraqa xwe heta ku bûye wênesaz. Her wiha wexta kûçikê wî ji ber nexweşîna qidûsê dimire, biryar dide bibe beytar û li Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê Beşa Beytariyê kuta kiriye. Kîbarkaya niha li navçeya Batikent a Enqereyê dimîne û odeyeke xwe ya 9 metrekareyî ji xwe re kiriye atolyeya wênesaziyê. Heya niha nêzî 70 pêşangeh li dar xistine. 
 
BANDOR JI DÊYA XWE GIRTIYE 
 
Kîbarkaya, anî ziman ku gava dêya wî bi boyaxa daran û nebatan lûleyên sobeyê boyax dikirin, ev yek jê re bûye meraq û paşê daye dû vê meraqê. 
Kîbarkaya jî eynî wekî dêya xwe wêneyên xwe bi boyaxa rûnî, gûaj an jî pastêlê çêdike. 
 
Kîbarkaya, bilêv kir ku boyaxên pastêlê bi kêrikê hûr hûrî dike û dû re aveke kîmyewî ku wî ji xwe re peyda kiriye lê dike û wan dike wekî heriyê. Kîbarkaya, diyar kir ku vê boyaxê ne bi firçeyê, bi serê tiliyên xwe di kaxeza wêneyan dide. 
 
FIRÇEYÊ BI KAR NAYNE 
 
Kîbarkaya, anî ziman ku tiwal û firçeyê bi kar nayne û got: "Hunera min serê tiliyên min in." 
 
Kîbarkaya, bilêv kir ku gava beytarî kiriye li Anatolyayê û Mezopotamyayê gelek kes nas kirine û xetên ser çavên van mirovan bandor lê kiriye û rabûye portreyên wan çêkirine. Kîbarkaya, diyar kir ku di vê rêwîtiya xwe de leqayî Fîkret Otyam hatiye û got: "Fîkret Otyam, pêşangehek wêneyan li dar xistibû. Min ew nas kir. Dû re min wêneyên xwe rê wî dan. Pir eciband. Ji min re got, tavilê dest ji karê xwe berde û tenê li ser wêneyan hûr bibe. Gotinek wî pir bandor li min kir, 'Hemû ritbe û cibeyên xwe bavêje û tenê wêneyan li xwe bike.' Piştî vê gotinê, min ji bo teqawidbûyînê serlêdan kir û di nava 3 rojan de teqawid bûm." 
 
Di nav wêneyên Kîbarkaya de kevala jineke êzidî jî heye ku di kevalê de jina êzidî ji ber Komkujiya Şengalê reviyaye. Kîbarkaya, bilêv kir ku gava îfadeya serçavê jina êzidî xêz kiriye, ev titş lê peyda bûye: "Ê ku ev wêne çêkiriye ne ez im. Jinên kapîtalîst, ên bûn sedema vî şerî ev wêne çêkirine. Hêsirên çavên mirovên li wir kirin sotemeniya tanqên xwe. Ev ji ber hestiyariya hunermend e, hunermend divê hestiyar be. Ji lewra bi qasî hestiyariya xwe hildiberîne. Hunermend, ronahiyek e. Difikire. Hunermend, divê li ber hemû xirabiyan rabe. Hunermend, divê li dijî şer be." 
 
‘DIXWAZIM BDIM MUZEYEKÊ' 
 
Kîbarkaya, anî ziman ku ji bo hunermend karibin berên xwe nîşan bidin divê hejmara muzeyên li welêt zêde bibe û got: "Di depoya min de gelek wêne hene. Dixwazin gişan bidim muzeyekê." 
 
MA / Ceylan Şahînler

Sernavên din

15/01/2021
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye
13:14 Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
12:32 Polîsan li 8 kesên sersal pîroz kirin ceza birî
12:28 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:45 Li Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin
11:22 Bi qanûna înfazê ya nû li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin
11:10 Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin
11:09 'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin'
10:44 Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
10:29 Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
10:21 Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê
10:15 Dibin çavan de îşkenceya 'Sirûda Îstîklalê' li zarokê 15 salî kirin
10:14 Xwişka zaroka rastî tecawîzê hatibû: Ev edaletek çawane?
10:08 Doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me hat vekirin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 49'emîn de ye
09:06 Gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de
09:06 Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû
09:06 Kenîşteya dawî ya aydê cihûyan hindik maye hilweşe
09:06 Ji ber HES'ê bi tonan masiyên deqsor mirin
09:06 Malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye: Kampanyayên me bi qasî zarokên me paqij in
09:06 'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim'
09:06 Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî
09:06 Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:59 Polîsan 48 ESP'î binçav kirin
08:02 Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt
13/01/2021
21:26 173 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:28 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat girtin
17:31 Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda
16:13 HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye
15:57 KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin
15:41 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin
15:23 HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
15:23 Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:05 Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
14:51 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
14:47 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' aşkera kir
14:41 Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin
14:36 Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê
14:16 Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê'
14:15 Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin
14:04 Xwişk û birayê ji ser xanî ketin canê xwe ji dest dan
13:56 4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan
13:54 Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin
13:38 TJA: Guh bidin daxwazên zîndanan
13:29 Zext û tundiya ku li girtîgehan zêde dibe ji Wezîr Gul pirsî
13:29 Gundî li ber kana madenê rabûn
13:17 Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin
13:07 PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe
12:41 2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin
12:12 Dorpêça li gundên Licê didome
12:10 Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da
11:47 Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:25 Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e
11:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye
09:13 Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e