6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere

  • rojane
  • 14:41 14 Çile 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Dayika zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ê ku li Taxa Yafes a Cizîrê, bi guleya polîsan hatibû qetilkirin Ayşe Kazanhan, diyar kir ku heta ku kujer hesab nedin ew ê dev ji doza xwe bernede û got: "Heya ku ez hebim ez ê jibîr nekim û hesap bipirsim." 
 
 
Li Taxa Yafes a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 14'ê Çileya 2015'an zarokê 12 salî Nîhat Kazahan ku bi hevalên xwe re dilîst, di encama gulebarandina polîsên tîmen taybet  de jiyan xwe ji dest da bû. Piştî qetilkirina Nîhat Kazanhan di serî de Wezirê Karên Hundir Efkan Ala û gelek rayedarên dewletê îdîakiribûn tu têkiliya polîsan bi kuştina Kazanhan re tune ye û wê rojê tu polîs li cihê bûyerê ne peywirdar bûn. Lê piştî çend rojan dîmenên qetilkirina Kazanhan derketibûn holê û der barê 4 polîsên gumanbar de, bi sûcdariya ‘sûcê peywirdarê cemawerî ranegîhane’ li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê doz hatibû vekirin. 
 
TU PÊŞKETIN TUNEYE
 
Piştî bûyerê polîs H.V. di 26’ê Çileya 2015'an de  hatibû girtin. Pişt re di 16’ê Sibatê de, di îfadeya ku dabû Serdozgeriya Komarê de, got ku polîsê bi navê Mehmet Nurbakî Goçmez bi tifinga pompeyê ya aîdî wî gule bi ser Kazanhan de barandiye û dûre hat berdan. Dadgeha bilind vê carê derbarê polîs Nurbakî Goçmez de 13 sal û 4 meh cezayê girtîgehê xwest û H.V. jî serbest berda bû. Parêzeran îtîrazê vê biryarê kiribû û ev îtîraz hatibû red kirin. Pişt re ji bo biryara ku hat dayîn, bê xirakirin parêzaran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. Heta niha di dosyaya Kazanhan de, tu pêşveçûn çênebûye. 
 
'DI DESTÊ KURÊ MIN DE ÇEK TUNE BÛ' 
 
Bi minesebeta 6'emîn salvegera qetilkirina Nîhat Kazanhan dayika wî Ayşe Kazanhan axivî. Kazanhan, diyar kir ku kesên ku kurên wê qetil kirin wê rojekê hesap bidin û wiha axivî: "Roja ku Nîhat hat qetilkirin, di kolanan de tiştek tune bû. Kurê min yekê din hebû û nexweş bû. Min di wê serê sibehê de xwe amade kir û kurê xwe bir nexweşxanê. Dema ku ez ji malê derketim Nîhat jî bi min re derket. Min ji wî re got,'Nîhat gelek dûr neçe baldar be.' Min ji keça xwe re jî got,'Çavê te li Nîhat be, heta ku ez bêm.' Êvarê em ji nexweşxaneyê vegeriyan. Hîn Nîhat nehatibû malê. Pişt  re ji me re agahî hat. Gotin, 'Nîhat birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.' Kurê min hîn zarok bû, lîstîk dilîst. Di destê kurê min de tu çek nebûn. Bi zanebûn kurê min hedef girtin û qetil kirin. Dema ku Nîhat dihat malê, gava xwarin nedibû digiriya. Zarok bû, tu sûcê wî tune bû. Ji ber ku em Kurd in mirinê ji me re rewa dibînin. Dewlet zilm dike, neheqiyê dike. Li ser mirina kurê min 6 sal derbas bûn. Di van 6 salan de ez yek carê jî bi aramî raneketime. Ji xeynî barandina hêstirên çavan min tiştek nekir." 
 
'HETA KU HESAB NEDIN EZ Ê DEV JI DOZÊ BERNEDIM' 
 
Dayîka Ayşe Kazanhan, anî ziman ku ew ê heta dawiyê pey doza kurê xwe be û wiha bi dawî kir: "Birîna min tu caran nehat girtin. Ji roja ku Nîhat hat qetilkirin û heta niha di mala me de şîn heye. Heta ku ez hebim ez ê jibîr nekim. Kesên ku ev êş bi min dan jiyîn, xwedê bîne serê wan jî. Tiliya kê di qetilkirina kurê min de hebe, xwedê wan efû neke. Ev ne qeza bû. Bi zanebûn kurê min hedef girtin. Çima ji mil de gule ne reşandin? Çima lingê wî nexistin? Çima gule li serê wî dan? Li hevalên kurê min re jî tiliya xwe hejandin û ji wan re gotin,'Em ê we hemûyan yek bi yek bikujim.' Ev kes heta ku hesab nedin, ez ê dev ji doza xwe bernedim. 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

15/01/2021
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye
13:14 Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
12:32 Polîsan li 8 kesên sersal pîroz kirin ceza birî
12:28 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:45 Li Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin
11:22 Bi qanûna înfazê ya nû li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin
11:10 Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin
11:09 'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin'
10:44 Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
10:29 Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
10:21 Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê
10:15 Dibin çavan de îşkenceya 'Sirûda Îstîklalê' li zarokê 15 salî kirin
10:14 Xwişka zaroka rastî tecawîzê hatibû: Ev edaletek çawane?
10:08 Doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me hat vekirin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 49'emîn de ye
09:06 Gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de
09:06 Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû
09:06 Kenîşteya dawî ya aydê cihûyan hindik maye hilweşe
09:06 Ji ber HES'ê bi tonan masiyên deqsor mirin
09:06 Malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye: Kampanyayên me bi qasî zarokên me paqij in
09:06 'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim'
09:06 Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî
09:06 Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:59 Polîsan 48 ESP'î binçav kirin
08:02 Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt
13/01/2021
21:26 173 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:28 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat girtin
17:31 Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda
16:13 HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye
15:57 KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin
15:41 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin
15:23 HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
15:23 Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:05 Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
14:51 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
14:47 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' aşkera kir
14:41 Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin
14:36 Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê
14:16 Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê'
14:15 Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin
14:04 Xwişk û birayê ji ser xanî ketin canê xwe ji dest dan
13:56 4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan
13:54 Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin
13:38 TJA: Guh bidin daxwazên zîndanan
13:29 Zext û tundiya ku li girtîgehan zêde dibe ji Wezîr Gul pirsî
13:29 Gundî li ber kana madenê rabûn
13:17 Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin
13:07 PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe
12:41 2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin
12:12 Dorpêça li gundên Licê didome
12:10 Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da
11:47 Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:25 Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e
11:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye