ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, binpêkirinên mafên mirovên ên ku li Girtîgeha Giresûnê li dijî girtiyan pêk tên bi rojeva meclisê û ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirs kir ku ravekirina zêdebûna zext û tundiya li girtîgehan çî ye?
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, binpêkirinên mafên mirovên ên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê li dijî girtiyan pêk tên bi rojeva meclisê û derbarê mijarê de bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşnûmapirsek da Serokatiya Meclisê. Kaçmaz, di pêşnûmapirsa xwe de cih da zêxtên li ser girtî Hamza Arzûman û 2 girtiyên din ku bi Arzûman re di heman qawişê de ne û bal kişand ser zext û pêkûtiyên li hemû girtîgehan.
Kaçmaz, di pêşnûmapirsa xwe ev pirs ji Wezîr Gul kir:
"* Pêkanînên kêfî yên li girtîgehan ên li dijî girtiyan bi kîjan hincetî pêk tên?
* Derbarê zext û îşkenceya ku di demên dawîn de li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê zêde bûne de lêkolîneke hatiye kirin?
* Derbarê personel û rêveberiya girtîgehê de wê lêpirsîn bên destpêkirin?
* Ravekirina zêdebûna zext û tundiya li girtîgehan çî ye? Wezareta we vê derbarê de fermanek daye rêveberî û personelên girtîgehê?
* Derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên 5 sal in dawîn tu lêkolîn hatine kirin? Heke hatibe kirin di heman rewşan de derbarê personelên girtîgehan de lêpirsîn hatine vekirin? Heke hatibe kirin çiqas in?"