Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e

  • rojane
  • 09:13 13 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Berîvan Karakoyun a ku ji yek jinên li Qampa Lavrîo li dijî tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbunê ye, armanca çalakiyê wiha got: “Em dibêjin baweriyek mezin a girseyî heye ku tecridkirina Ocalan bi şîkandin. Armanaca me azadkirina Ocalan e." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Qampa Lavrîo ya Yunanîstanê hat destpêkirin bi awayek bê dem û bi dor di roja 10’emîn de didome.  Çalakî bi Tevgera Jinên Kurdîstan a Ewrupayê ve bi 9 jinan didome. Di salvegera 9’ê Çile ya ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Parîsê ya Fransayê hatin qetilkirin de 9 jinên ku li qampê dimînin çalakî dewr girtin. Ji 9 jinên ku ketin grevê Berivan Karakoyun qala çalakiyê û tecridê kir. Karakoyun a ku salek bere hatiyê Yunanîstanê li Tirkiyê rêveberiya MEYA-DER a şaxa Sêrtê kiriye. Karakoyun, ji 1993’an heta 2019’an di wextên cuda de 15 salan di girtigehan de maye. Piştî 40 sal cezayê girtigehê jê hat xwestin, Karakoyun berê xwe rêya Yunanîstanê. Karakoyun niha dîsa li dijî tecridkirina Ocalan di greva birçîbunê de ye û got: “Sînorê tekoşînê tüneye.”
 
‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
 
Karakoyun, armanca ketina çalakiyê wiha vegot: “Em hemû jin li ser navê qampê tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin û berxwedana girtigeha silav dikin. Beriya 2 salan jî li dijî tecridkirina Ocalan bi pêşvaniya Leyla Guven greva birçîbunê hatibû despêkirin. Li hemû zindana belav bûbû. Li derve jî pişgirî hate dayîn. Ji bo vê bedelê mezin jî hatin dayîn û bi carekbe jî tecrid hate şikandin. Lê belê ev carê em dibêjin girseyi baweriyek mezin jî heye tecrida ser Ocalan bi tevahî bê şikandin. Armanaca me Ocalan azadkirin e. Ne kutenê hevdîtin were kirin. Êdî hevdîtin tenê têrnake. Dem dema azadkirinê ye. Ji ber ku demek dirêj e Ocalan di navbera çar diwaran de ye. Tecridek dijî exlaqî, dijî mirovahiyê tê jiyandin.”
 
‘JI BO DINYA DENGÊ ME BIBIHÎZE’
 
Karakoyun, destnîşan kir ku li Tirkiyê û her çar perçeyan Kurdistanê operasyonên binçavkirin û zordariyê didome û wiha axivî: “Dixwazin qada siyasî û qada dîplomasiyê di her warî de Kurda qels bikin. Lê ev daxwaza wan nayê cih. Ji ber ku dîrok jî vê yekê nîşan dide. Dîrokê nişan da ku despêka tevgera azadiya Kurd heta îro çend hukumetê Tirkiyê avabûn û xera bû lê tu kesan nikaribû li ser îrada gelê Kurd xwe bide jiyandin û binpê bike. Ev xeletiyek e û bi dehan caran Kurdan bi vîna xwe bi berxwedana xwe vê xeletiyê, şaşitiya nişanê wan daye. Ji ber vê em dibêjin hemû cihan dengê me bibihîze ku qomploya ser Ocalan wek qoploya li ser serê gele Kurd û li ser mirovahiyê ye. Ev qomplo ne li hember Ocalan tenê ye. Îro Ocalan li wê derê ye em tew li wir girtîne. Ji ber wê em bangê di serî de hemû jinê cihanê û hemû kesan dikin ku li hember zilmê bisekinin. Em îro li benda pişgiriya wan in. Nexwe em çend heb ketine grevê ne tenê ji bo çend rojan. Ji bo ku dengê me dinya bibîze. Dengê me hemû netew bibihîzin ku em hene.”
 
BANG LI CPT’YÊ KIR
 
Karakoyun CPT’yê jî rexne kir û wiha got: “CPT çend car in bi Ocalan re hevdîtin dikin. Lê ji xwe re dibêje ez saziyek serbixwe me. Bi rastî gava ku çû bi Ocalan re hevdîtin kir, hewceye rewşa wî diyar bike. Daxuyanî bide. Divê li ser dewleta Tirk hinek astengiya bike û rola xwe bilîze. Lê rola xwe nalîze. Madem saziyek ser bixwe ye, em wê dawetî rola wê dikin.”
 
‘LI FIKRA OCALAN XWEDÎ DERKEVIN’
 
Karakoyun, da zanîn ku dê li dijî tecrîdkirina Ocalan tekoşîna xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: "Em jin li hemû cihanê di rêya Leyla Qasim, Rosa Loxemburg, Clara Zetkin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar tekoşînê didomînin. Ocalan dibêje, ‘koletî li ser şexsê jinê hate despêkirin, hewceye azadî bi destê jinê be.’ Ew fikir û raman îro li çar perçeyan belav buye. Ji ber vê yekê hewceye em xwedî li fikr û ramanê Ocalan derkevin.”
 
 
MA - Zemo Aggoz
 

Sernavên din

15/01/2021
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye
13:14 Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
12:32 Polîsan li 8 kesên sersal pîroz kirin ceza birî
12:28 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:45 Li Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin
11:22 Bi qanûna înfazê ya nû li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin
11:10 Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin
11:09 'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin'
10:44 Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
10:29 Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
10:21 Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê
10:15 Dibin çavan de îşkenceya 'Sirûda Îstîklalê' li zarokê 15 salî kirin
10:14 Xwişka zaroka rastî tecawîzê hatibû: Ev edaletek çawane?
10:08 Doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me hat vekirin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 49'emîn de ye
09:06 Gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de
09:06 Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû
09:06 Kenîşteya dawî ya aydê cihûyan hindik maye hilweşe
09:06 Ji ber HES'ê bi tonan masiyên deqsor mirin
09:06 Malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye: Kampanyayên me bi qasî zarokên me paqij in
09:06 'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim'
09:06 Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî
09:06 Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:59 Polîsan 48 ESP'î binçav kirin
08:02 Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt
13/01/2021
21:26 173 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:28 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat girtin
17:31 Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda
16:13 HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye
15:57 KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin
15:41 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin
15:23 HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
15:23 Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:05 Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
14:51 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
14:47 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' aşkera kir
14:41 Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin
14:36 Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê
14:16 Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê'
14:15 Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin
14:04 Xwişk û birayê ji ser xanî ketin canê xwe ji dest dan
13:56 4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan
13:54 Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin
13:38 TJA: Guh bidin daxwazên zîndanan
13:29 Zext û tundiya ku li girtîgehan zêde dibe ji Wezîr Gul pirsî
13:29 Gundî li ber kana madenê rabûn
13:17 Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin
13:07 PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe
12:41 2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin
12:12 Dorpêça li gundên Licê didome
12:10 Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da
11:47 Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:25 Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e
11:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye