AMED - Hat diyarkirin ku li çoltera Licê piştî operasyona eskerî, eskeran gund dorpêç kirine û di dorpêçkirinê de gef li welatiyan xwariye.
Li gundên Çagdaş, Dîbek, Arikli û Baglanê yên Licêya Amedê operasyonên eskerî yên hatin destpêkirin didomin. Di nava rojê de di operasyonên heyî de eskerek mribû û herî kêm 3 esker jî birîndar bûbûn. Piştî vê hat ragihandin ku eskeran gund dorpêç kiriye.
Li gor agahiyên bi dest ketin, eskeran têketin û derketina gundan girtiye û nahêlin gundî ji malên xwe derkevin û gefan li welatiyan dixwin.