Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin

img

STENBOL – Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa ya 11 gundiyan ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin înfazkirin were ronîkirin û ji bo darizandina kujeran jî edalet were temînkirin. 

 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirse û bi daxwaza kujer werin cezakirin di hefteya 824’emîn de çalakiya heftane bi rêya online li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser 11 welatiyên li navçeya Basa ya Şirnexê di 15’ê Çileya 1996’an de di dolmîşekê de hatin kuştin û şewitandin.
 
‘DEWLETÊ ÎNFAZ PÊK ANÎ’ 
 
Emîne Kaya ya bavê wê Ahmet Kaya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da beşdarî daxuyaniyê bû û diyar kir ku bavê wê ji aliyê dewletê ve hatiye înfazkirin, ew bi salan e li aqûbeta bavê xwe dipirse û ji bo kujer werin darizandin têdikoşe. Kaya got: “Li gel bavê min hat kuştin jî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes were kuştin. Bi salan e em di bin zilmê de dijîn. Heta ku wê ev zilm berdewam bike? Em dibêjin êdî bes e.” 
 
‘BILA KES VÊ ZILMÊ NEBÎNE’
 
Piştî Kaya, hevjîna Halît Kaya yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Menîce Kaya û keça wê Hatîce Kaya axivîn. Hatîce Kaya bi bîr xist ku di komkujiyê de bav û apê wê jî di nav de 11 kes hatin înfazkirin û cenaze ji aliyê leşkeran ve hatine definkirin. Kaya anî ziman ku ew edaletê dixwazin û got: “Heta em sax bin, em ê li aqûbeta windayan bipirsin.” 
 
Menîce Kaya ya 25 sal in li aqûbeta hevjînê xwe dipirse jî wiha got: “Em ê dest ji heq û têkoşîna xwe bernedin. Ez naxwazim kes bi vê zilmê re rûbirû bimîne. Heta ez saxbim ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Me vê zilmê dît lê bila kesek din nebîne.” 
 
TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN 
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên Şemiyê Gulay Bakişkan xwend û bi bîr xist ku komkujiya Basa 25 sal li pey xwe hişt û raporên derbarê komkujiyê de hatine amadekirin ji bo edalet were temînkirin heta niha bêencam mane. 
 
Bakişkan behsa hûrguliyên qewimandina komkujiyê kir û destnîşan kir ku laşê her 11 welatiyan jî şewitîne û veguherîne komirê. Bakişkan anî ziman ku bêyî xizm û gundî cenazeyan bi wecîbeyên olî oxir bikin ji aliyê leşkeran ve bi awayek komî hatine veşartin. Bakişkan destnîşan kir ku li Tirkiyê li gel hemû hewldanên darazê jî tu encam jê derneketiye û parêzeran bûyer veguhezandiye Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Tirkiye li wir hatiye mehkûmkirin. 
 
'JÎTEM’Ê KIRIYE’ 
 
Bakişkan anî ziman ku piştî komkujî qewimî 13 sal şûn ve di sala 2009’an de ji wezîrên wê demê Adnan Ekmen gotibû ku komkujî ji aliyê JÎTEM’ê ve pêk hatiye û destê dewletê di nav de heye û xwestibû meqamên darazî lêpirsînek bi bandor birêve bibin. 
 
‘EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN’ 
 
Bakişkan destnîşan kir ku ew dixwazin komkujiya Basan were ronîkirin, edalet were temînkirin û ew ê qet vê komkujiyê nedin jibîrkirin. 
 
 

Sernavên din

10/01/2021
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin
14:22 Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye
13:46 Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin
13:25 Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
13:11 Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin
13:11 Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê
12:06 Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin
11:59 Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye
11:00 Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da
10:19 'Du sal in nikarim keça xwe bibînim’
10:14 Şeker: Daxwazên girtiyan, berpirsiyartiya civakê ye jî
09:53 Parêzer Turhalli: Ji bo sûcê nîne jî bi sedan sal ceza tê xwestin
09:25 Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 44'emîn de berdewam dike
09:08 Xwendekarên hatin biçavkirin: Lêgerîna tazî hat ferzkirin, em hatin tacîzkirin
09:08 Derbarê giliyê girtî de cara 2'yan biryara 'neşopandinê'
09:08 ‘Delîlên lêpirsîna îşkenceyê ji holê tên rakirin'
09:07 Pîroglû: Serketin bi azadiya Ocalan pêkan e
09:07 Rojnamevan bi berxwedanê 10'ê Çileyê pêşwazî dikin
09:06 Parêzerê Komkujiya Parîsê: Dibe ku di biharê de geşedanên nû rû bidin
09:06 Tolûnay: Ji ber qezenca karê hewzeyên avê tune dibin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:14 Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da
08/01/2021
20:20 186 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:29 Dengbêj Esker Cizîrî jiyana xwe ji dest da
16:28 Xwendekaran li avahiya rektoriya Bogazîçiyê tabelaya “Qeyûmtî” daliqandin
16:28 Nûçegihanê me Aslan hat girtin
16:11 Tecrîd û greva birçîbûnê hat axaftin
16:00 Li Payîzavayê serdegirtina malan: Kesek hat binçavkirin
15:47 Li girtîgehan bergirî tune ne: 76 girtî li heman qawişê tên girtin
15:42 Li ber HDP’ê kom bûn û çêrî esnaf kirin
15:30 Dadgehê ji bo kuştina Kemal Kûrkût delîl nedît!
15:29 KESK'a Dersimê: Em li zanîngehên xwe qeyûman naxwazin
15:12 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ‘Rektorê qeyûm' kirin
15:11 3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:05 Nûçegihanê me Aslan sewqî edliyê kirin
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!