Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin

img

ANTALYA – Parêzerê nûçegihanê me Mehmet Aslan ê duh li Antalya hat girtin, Îslam Aslan diyar kir ku Mehmet Aslan ji ber nûçeyên derbarê girtîgehan de çêkiriye hatiye girtin û got: “Bi girtina van rojnamevanan dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin.” 

Nûçegihanê me yê Stenbolê Mehmet Aslan di 5’ê çile de di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalya ve dihat birêvebirin, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û ew biribûn Antalyayê. Aslan duh sewqî edliyê kirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6’emîn a Antalyayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê ya Aslan da. 
 
XEBATÊN ROJNAMEVANIYÊ SÛC DÎTIN 
 
Li Miduriyeta Polîsan a Antalyayê, li dozgerî û dadgeriyê xebatên rojnamevaniyê ji Aslan hat pirsîn. Aslan destnîşan kir ku mijarên kirine sûc ji hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan ên di çarçoveya rojnamevan iyê de pêk tên û wiha got: “Ji bo ez pîşeya rojnamevaniyê bikim, 20 sal in ez dixwînim. Ev nêzî du sal in pîşeya rojnamevaniyê dikim. Ez beşdarî tu rêxistinek ne yasayî ne bûme. Tu girêdana min bi rêxistinek re nîne. Ev îdia û sûcdariyên we gişt ji ber xebatên min rojnamevaniyê ne. Min ne bi fermana rêxistinê van nûçeyan çêkiriye. Di vê xisûsê de tu delîl jî tune ne. Ez sûcdariyan qebûl nakim.” 
 
'EZ Ê LI PEY HEQÎQETÊ BIM’ 
 
Piştî biryara girtinê Aslan di derketina edliyê de diyar kir ku ew ji ber xebatên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: “Ez ê her li pey heqîqetê û rastiyê bimeşim.” 
 
Li gorî daneyên rapora Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) di sala 2020’an de 79 rojnamevan hatine binçavkirin, 24 rojnamevan hatine girtin, 19 rojnamevan bi êrişan re rûbirû mane û hezar û 960 nûçe hatine astengkirin.
 
Di rojên ewil ê sala 2021’an de girtina rojnamevan Aslan jî bû ya ewil. 
 
Parêzerê Aslan, Îslam Aslan têkildarî dosyeya lêpirsînê axivî û miwekîlê wî tenê ji ber xebatên xwe yê rojnamevaniyê hatiye girtin û ji bere w li ajansek kurd û muxalîf dixebite bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin. Aslan anî ziman ku dozgeriyê ji roja ewil ve biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê û li gel dozger tevahiya hûrguliyên dosyeyê lêkolîn kiriye jî lê dîsa dadger daxwaza dozger li ber çavan girt û biryara girtinê da. 
 
'DIXWAZIN HIBREYA ROJNAMEVANIYÊ ZIWA BIKIN’ 
 
Aslan destnîşan kir ku miwekîlê wî Aslan ji ber nûçeyên derbarê girtiyên bi kovîdê ketine, neqilkirina girtiyan ku peyva “sirgûn” bikar aniye û nûçeya derbarê daxwazên girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî, nûçeya derbarê yasaya înfazê ya girtîgehan, nîqaşên “lêgerîna tazî” ya li Meclîsê û nûçeyên wek van wek delîltiya girtinê hatin nîşandan. Aslan anî ziman ku van delîlên wek “şênber” hatin nîşandan tevahî ji ber xebatên wî rojnamevaniyê ne û got: “A rast ev biryar ne xisûsek ji bo îro ye. Tenê ne bi miwekîlê min Mehmet Aslan ve sînorkirî ye. Ev biryar di heman demê de hewldana ziwakirina hibreya rojnamevaniya serbixwe û bêalî ye.” 
 
MA / Hamdullah Kesen
 
 

Sernavên din

10/01/2021
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin
14:22 Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye
13:46 Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin
13:25 Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
13:11 Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin
13:11 Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê
12:06 Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin
11:59 Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye
11:00 Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da
10:19 'Du sal in nikarim keça xwe bibînim’
10:14 Şeker: Daxwazên girtiyan, berpirsiyartiya civakê ye jî
09:53 Parêzer Turhalli: Ji bo sûcê nîne jî bi sedan sal ceza tê xwestin
09:25 Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 44'emîn de berdewam dike
09:08 Xwendekarên hatin biçavkirin: Lêgerîna tazî hat ferzkirin, em hatin tacîzkirin
09:08 Derbarê giliyê girtî de cara 2'yan biryara 'neşopandinê'
09:08 ‘Delîlên lêpirsîna îşkenceyê ji holê tên rakirin'
09:07 Pîroglû: Serketin bi azadiya Ocalan pêkan e
09:07 Rojnamevan bi berxwedanê 10'ê Çileyê pêşwazî dikin
09:06 Parêzerê Komkujiya Parîsê: Dibe ku di biharê de geşedanên nû rû bidin
09:06 Tolûnay: Ji ber qezenca karê hewzeyên avê tune dibin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:14 Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da
08/01/2021
20:20 186 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:29 Dengbêj Esker Cizîrî jiyana xwe ji dest da
16:28 Xwendekaran li avahiya rektoriya Bogazîçiyê tabelaya “Qeyûmtî” daliqandin
16:28 Nûçegihanê me Aslan hat girtin
16:11 Tecrîd û greva birçîbûnê hat axaftin
16:00 Li Payîzavayê serdegirtina malan: Kesek hat binçavkirin
15:47 Li girtîgehan bergirî tune ne: 76 girtî li heman qawişê tên girtin
15:42 Li ber HDP’ê kom bûn û çêrî esnaf kirin
15:30 Dadgehê ji bo kuştina Kemal Kûrkût delîl nedît!
15:29 KESK'a Dersimê: Em li zanîngehên xwe qeyûman naxwazin
15:12 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ‘Rektorê qeyûm' kirin
15:11 3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:05 Nûçegihanê me Aslan sewqî edliyê kirin
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!