ANTALYA - Nûçegihanê me Mehmet Aslan, piştî îfadeya wî ya li Miduriyeta Polîsan hat girtin, sewqî Edliya Antalyayê hat kirin.
Lêpirsîna nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan ê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi rêve bir de, di 5’ê Çileyê de, li Stenbolê di serdegirtina malê de, hatibû binçavkirin û heman rojê anîbûn Antalyayê, ya li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû.
Aslan ê sewqî Edliya Antalyayê hat kirin, li bendêye îfade bide dozgeriyê.