MÊRDÎN – Derket holê ku jinên AKP’yî li Nisêbînê serdana malbatan kirin û alîkariya aydî Koma Piştevaniya Sosyal a Vefa li ser navê AKP’ê belav kirin.
Jinên di nava Serokatiya Baskên Jinan a AKP’ê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê serdana malbatan kirin û di serdanan de derfetên dewletê bikar anîn. Derket holê ku jinên AKP’yî kolîyên alîkariyê yên aydî Koma Piştevaniya Sosyal a Vefa ya di bin banê Walîtî û Qeymeqamiyê de ye li malbatan belav kirine. Jinên AKP’yî fotografên xwe yên serdana malbatan li ser hesabên medya civakî belav kirin û bi vî awayî ev rewş derket holê.