WAN - Rêxistina DBP’ê ya Wanê, têkîldarî daxuyaniya ji bo yekitiya netewî ku sibê li Parka Fêqiyê Teyran dê bidin banga tevlîbûnê kir.
Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Bajêr a Wanê, beriya daxuyaniya ji bo yekitiya netewî ya kurd ku dê sibê bi dirûşmeya “Niha demê yekitiya netewî û pêkanîna azadiyê ye” li Parka Feqiyê Teyran pêk bînin li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberê DBP’ê Ejder Ekincî, diyar kir ku xebatên xwe temamkirine û gel vexwend daxuyaniya ku sibê saet di 12.30’an de pêk bê.
Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên heremê û gelek kesên ji bajarên derdorê tevlî daxuyaniyê bibin.