STENBOL - 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê têkildarî kuştina Rojnameger Hrant Dink de, der barê Erkdarê Îstixbarata Cendirmeyan a Trabzonê Veysal Şahîn û Volkan Şahîn de biryara girtinê da.
117'emîn danişîna doza Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolmê ya li Çaglayanê hat dîtin. Hin bersûcên ku ji sûcên cuda hatibûn girtin bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn. Midûrê Polîsan ê Stenbolê yê berê Celalettin Cerrah jî di navde 6 bersûcên serbest li salonê amade bûn. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu jî tev li danişînê bû. Dadgehê têkildarî kuştina Rojnameger Hrant Dink de, der barê Erkdarê Îstixbarata Cendirmeyan a Trabzonê Veysal Şahîn û Volkan Şahîn de biryara girtinê da.
Heyeta dadgehê, danişîna dozê taloqî 08 Çile kir.