ENQERE - TGS Şaxa Enqereyê nerazîbûna xwe ya ji bo binçavkirina nûçegihên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Degerê anî ziman û got: "Em vê helwesta li hemberî rojnamevanan şermazar dikin û em dixwazin tavilê hevpîşeyên me bên berdan."
Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Şaxa Enqereyê, binçavkirina nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Degerê şermezar kir. TGS'ê daxuyaniya xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.
TGS Şaxa Enqereyê di parvekirina xwe de got: "Nûçegihên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger gava çalakiya Platforma Jinê ya Enqereyê ku ji bo Gulîstan Dokûyê li dar xist dişopandin, polîsan li wan xistiye û ew binçav kirine. Em vê helwesta li hemberî rojnamevanan şermazar dikin û em dixwazin tavilê hevpîşeyên me bên berdan."