TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin

  • rojane
  • 12:56 15 Îlon 2020
  • |
img

AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê kampanyaya çalakiyên li dijî destdirêjî û kuştina jinan a 4 mehan bi dirûşmeya “Em xwe diparêzin” da destpêkirin. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî kuştina jinan û destdirêjiyê kampanya ya ji bo 4 mehan bi dirûşma “Em xwe diparêzin” çalakî da destpêkirin. Starta kampanyayê bi beşdariya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, endamên Meclîsa Jinan a HDP,  endam û rêveberên HDP û DBP'ê, parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Remziye Tosûn, Ebrû Gunay,  Semra Guzel, Meral Daniş Beştaş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, ji gelek bajaran aktîvîstên TJA’yê hat dayîn. Derbarê kampanyayê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Metna bi kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ve û metna tirkî jî ji aliyê parlamenter Semra Guzel ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ji aliyê Gokkan ve hat xwendin wiha ye:  
 
'HEBÛNA ME LI SER RIHÊ BERXWEDANÊ AVA BÛYE'
 
“Em wek TJA'yê, bi ruhê têkoşêr ê jinan, bi hest û evîna azadiyê ya hemû jinên berxwedêr ên Mezopotamyayî, ku îro pêşengiya şoreşa jinê ya cîhanê dikin, em we silav dikin. Xweparastin mafekî serekî û bingehîn e û em jî îro ji bo ku kampanyaya xwe ya ‘Em xwe diparêzin’ bidin destpêkirin, li vir in. Zext û zor çiqas li me bê kirin jî, em xwe diparêzin û bi destkeftiyên xwe em heta roja îro hatine. Hebûn û destkeftiyên me li ser mîraseke berxwedanê ava bûye û beriya ku em dest bi kampanyayê bikin, em berê xwe bidin hişûbîra xwe ya li ser berxwedanê avabûyî, dê baştir bibe. Hikûmeta nijadperest û zayendparêz a ku me qebûl nake, her ku diçe êrişên xwe yên li ser me zêdetir dike. Bi jenosîdan heta niha nîv milyon Kurd hatin kuştin. Jinên kurd di vê komkujiyê de du caran hatin kuştin. Zarokên kurd di wargeh û dibistanên taybet de hatin bişaftin, ji nasname û hebûna xwe hatin bidûrxistin, ji ziman û çanda xwe fedî kirin. Xwestin ku betonê birijînin ser jinên kurd, lê jinên kurd xwe parastin û cardin xwe afirandin.
 
DIXWAZIN ZIMANÊ ME QEDEXE BIKIN
 
Di çil salên dawî de, me li dijî her cure êrişan xwe parast. Bi dehan hikûmet hatin û têk çûn, lê berxwedana me tu carî nesekinî. Dewletê, zimanê me yê dayikê qedexe kir, bi îşkence û lêdanê zimanê tirkî li ser zarokên kurdan ferz kir û ew ji dibistanan bi dûr xist. Li qereqolên dewletê, wekî Bosna Hersekê, fermandarê wek Musa Çitil, destdirêjî li Ş.A’yê û gelek jinan kir. Lê dewlet li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hate mehkûmkirin. Polîtîkayên revandin, kuştinên failê wê nediyar, şewitandina gundan û koçberkirin, bênavber hat meşandin, lê me jî tu carî berxwedan û têkoşîna xwe nesekinand. Nezayoktî, bi riya derzî û aşiyan li ser jinan hat sepandin. Li dijî vê polîtîkayê me jî got, 'kurtaj mafê jinan e, nezayokkirin, kuştarî ye' û me berxwedana xwe mezin kir. Di salên 90’an de tîmên taybet û hêzên paramîlîter êrişî jinan kir, lê me jî bênavber berxwedana xwe domand, serî netewand û çok veneda.
 
AZADIYA ME NAMÛSA ME YE 
 
Jinan çiqas li ber xwe dan, dewletê jî ewqas polîtîkayên xwe yên şerê taybet kûr kir û êrişî wan kir. Lê em netirsîn û em zêdetir derketin qadan û me xwe parast. Me, li dijî hişmendiya ku jinan wek 'malê mêran' û 'namûsa mêran' dibîne dengê xwe bilind kir û got em namûsa kesî nînin, namûsa me azadiya me ye. Bi kampanyaya xwe em reftarên destdirêjiyê têk dibin û civaka demokratîk ava dikin û me nehişt ku destdirêjî tenê wek bedena jinan bê fehmkirin. Me got, destdirêjî wekî çandekê belavî nav bedena me, axa me, ava me, xwezaya me, zimanê me, wekheviya me û qadên me yên azadiyê dibe û em derketin kolanan, gundan û taxan. Serwextbûna me rêxistina me xurt kir, rêxistina me parastina me ya cewherî bi pêş xist.
 
DI NAVA ŞER DE ME ÇEPERÊN MOR AVA KIRIN 
 
Me li Sûr, Nisêbîn û di nav şer de, çeperên mor ava kir û jin ji tundûtûjiyê parast. Me got tecrîd sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye û me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer jî têkoşîna aştiyeke bi rûmet ji xwe re kir rêgezeke serekî. Em li axa xwe, li azadiya xwe, li serokatiya xwe xwedî derketin û me hebûna xwe parast. Em îro bi kampanyaya bi navê 'Gulistan Doku li ku derê ye' li dijî jineosîda jinan li ber xwe didin û hesabê wê dipirsin.
 
HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E 
 
Em îro li dijî pergal û zihniyeta qirêj a ku sed sal in bi awayên cûr bi cûr êrişî cenaze û goristanan dike, li ber xwe didin. Me îro bi tecrûbeya tevgera azadiyê ya jinan a ku bêyî dewlet û mêran dikare xwe biparêze, bi pergala hevserokatiyê ya di rêveberiyên herêmî de, bi avakirina bajarên jinan, bi rêxistina xweser a jinan û bi jineolojiya ku zanista jiyanê ya jinê ye, yekem car di nav jinên cîhanê de riyek vekir. Em îro jî dibêjin, em ji kuştin, destgîrkirin û zindanîkirinê natirsin, em jiyanê ava dikin, em desteserkirina mafên bijartin û hilbijartinê tu carî qebûl nakin. Serboriyên me parastina me ya cewherî ye, hevserokatî xeta me ya mor e.
 
EM Ê BI KAMPANYAYÊ RE TÊKOŞÎNA XWE XURTIR BIKIN
 
Me hemû komkujî bi serkeftî têk birin û em heta îro hatin û em niha jî bi kampanyaya xwe ya 'em xwe diparêzin' vê berxwedanê didomînin. Em ê li ber zihniyeta mêrperest û rejîma AKP-MHP’ê serî netewînin û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe li dijî hemû êrişan biparêzin. Ev mafê me yê bingehîn e. Em cardin dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Îro li Kurdistanê, çawîşên wek Musa Orhan, wek DAIŞ’ê jinan direvînin, destdirêjiyê li wan dikin û wan dikujin. Dîsa li Dêrsimê, Gulistan Doku hîn jî wenda ye. Li Agiriyê leşkerekî Buşra, li Wanê jî gardiyanekî Dîlan qetil kir. Li Şirnexê çawîşekî destdirêjî jineke temenbiçûk kir. Polîsê bi navê Ercan Uysaler ê li şaredariya Mêrdînê ya qeyûm de dixebitî, bi zorê destdirêjî li D.S’yê kir. Li Dêrikê, bekçiyekî hewl da ku jinekê birevîne.
 
Di vê kampanyaya xwe de: Em li Kurdistan û li Tirkiyeyê, di nav dewleta mêrperest, malbata mêrperest û civaka mêrperest de, li hemû destkeftiyên xwe yên me bi berdêlên giran bi dest xistine diparêzin û li dijî dagirkerî, destdirêjî, red û înkarê, em bedena xwe, jiyana xwe, keda xwe, axa xwe, ava xwe, zimanê xwe, azadiya xwe û hemû mafên xwe diparêzin.
 
ÊDÎ BES E!
 
* Em li dijî zihniyeta mêrperest a rejîma AKP-MHP’ê û hevkarên wan ên mêrperest ên ku bi mîlîtarîzmê, bi nijadperestiyê û bi zayendparêziyê li dijî jinan tevdigerin, xwe bi îdeolojiya azadiya jinê diparêzin û dengê xwe bilind dikin. Em zilmê qebûl nakin, em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev berxwedana xwe bilind bikin. Em ê di Kampanyaya xwe de li dijî tundûtûjiya zayendî, fîzîkî, derûnî, dîjîtal, aborî ya hikûmet, dewlet û mêran, têkoşîna xwe bilind bikin. Bêcezatiya tundûtûjiya li ser jinan sûcek e, hevkariya kujeran e. Em ê li ber vê zihniyetê serî netewînin û xwe biparêzin.
 
* Em ê di kampanyaya xwe de li dijî êriş û polîtîkayên şerê taybet, li dijî tundûtûjiya zayendî ku jinan ji xwe re dike kole, li dijî zihniyeta ku ciwanan bi tîryakê ji civakê dûr dixe û bêrûmet dike, derkevin qadan û xwe biparêzin. Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî lînçên ku jinên siryan, ermen, êzidî, kurd, gel û baweriyan ji xwe re dike armanc, têkoşîna xwe ya hevpar bilind bikin. Em ê di Kampanyaya xwe de; civakê ji gotinên dîndar û kindar û nefretê û ji gotin û nivîsên pornografîk ên bi ser navê siyasetê tê gotin, biparêzin.
 
* Em ê di kampanyaya xwe de; li dijî pergala ku tecrîda li Îmraliyê wek komkujiyekê dimeşîne, azadiyê biparêzin. Em dibêjin tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. 
 
* Em ê di kampanyaya xwe de; li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku lînçan li hemberî kurdbûn, jinbûn û Kurdîaxêviyê organîze dike, mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin, sazûmaniya xwe xurt bikin û li nasname û hebûna xwe xwedî derkevin. 3 qat êriş hebin, em ê 3 qatan parastina xwe xurt bikin. 
 
* Em ê di kampanyaya xwe de; li dijî wê zihniyeta ku dixwaze hin xalên peymanê biguherîne, peymanê betal bike, îmzeyê vekişîne û kuştina jinan teşwîq dike, Peymana Stenbolê biparêzin. Em ê li dijî êrişa zayendî ya li ser zarokan û li dijî wan yasayên ku jinan bi êrişkarên wan re bi darê zorê dizewicîne, têkoşîneke bêhempa bimeşînin. Em wekî parastina xwe ya cewherî, li destkeftiyên jinên cîhanê, li Peymana Stenbolê, li CEDAW, Pekîn+5 û li 6284’ê ya ku mafên jinan misoger dike, xwedî derdikevin û diparêzin. 
 
*Em di kampanyaya xwe de; êrişa li ser destkeftiyên hevpar ên kurdan wekî êrişa li ser yekîtiya kurdan dibînin. Yekîtiya Neteweyî ya kurdan, parastina hemû kurdan e. 
 
* Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî polîtîkayên dewletê yên ku çavkaniyên sererd-binerd ên Kurdistanê dagir kiriye, zozan û çiyayan bombe dike, cotkarî û ajalvanî qedexe kiriye, hilberandin têk biriye, civak xizan kiriye, keda jinan dixwe û jinan mehkûmî mêran û dewletê dike, em ê aboriya komûnal bi pêş bixin. 
 
* Em di kampanyaya xwe de; li dijî zihniyeta ku ava me wek bendava asayîşê bi kar tîne û Heskîfa 12 hezar salî kiriye qurbaniyê bendava 50 salan û dîroka me, çanda me di bin avê de dihêle û daristanên me dişewîtine, têkoşîna demokratîk diparêzin. 
 
* Wek encam, em bang dikin ku; di serî de jinên ciwan ên Kurd û gel û baweriyên Kurdistanî û hemû dînamîkên Tirkiyeyî yên ku wekhevî û azadî û yekîtiya gelan diparêzin, werin û li kampanyaya me xwedî derkevin!”
 
 

Sernavên din

19/09/2020
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî