Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye

img
STENBOL - Okan Karaçam ê ji bo mitînga ku dê Yekitiya Kedkar û Karkeran di 20’ê cotmehê de li Qada Kartalê li dar bixe, banga tevlibûnê kir, wiha got: “Çareseriya pirsgirêkên me di rêxistinbûyîn û têkoşîna yekbûyî re derbas dibe.”
 
Yekitiya Kedkar û Karkeran dê bi dirûşma “Em berxwedana topyekûn a li dijî mûçeyên kêm, bihabûna jiyanê, talana bacê û polîtîkayên şer mezin bikin” di 20’ê cotmehê de li Qada Kartalê ya Stenbolê mitîngê li dar bixe. Amadekariyên mitînga ku dê saet di 12.00’an de dest pê bike bênavber didomin. Di çarçoveya xebatan de li gelek cihan belavok tên belavkirin û hemû karker û kedkar ji mitîngê re tên vexwendin. Dê di mitîngê de daxwazên karker û kedkaran bên bilêvkirin. 
 
‘EM KESÊN LI BER XWE DIDIN TÎNIN BAHEV’ 
 
Berdevkê mitîngê Okan Karaçam, bal kişand ku karker di bin şertên gelek zehmet de dijîn û diyar kir ku armanc dikin ku dengê karkeran ragihînin. Karaçam, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP’ê li hundir li dijî beşên civakê zext û êriş zêde kirin. Li derve jî polîtîkayên şer û êrişkariyê dimeşîne. Dibêje li dijî Îsraîlê ye lê di rastiyê de li ser Hamasê diaxive. Êrişên li dijî gelê kurd jî bi rengekî bêeman bewam dikin. Bi heman awayî li dijî çîna karkeran jî êriş berdewam dikin. Bi qanûna kar a nû ku niha li ser nîqaşan dikin bêewlebûn û nediyariyekê li karker û kedkaran ferz dike. Êrişên li dijî jinan zêde dibin. Cînayetên jinan, bûyerên tacîz û tecawizê her tim zêde dibin. Desthilata AKP’ê dixwaze atmosfereke tirsê ava bike. Bêpêşerojî li ciwanan tê ferzkirin. Heke em çîna karkeran weke hêzeke civakî dernexînin holê dê êrişên desthilat û sermayayê berdewam bikin. Em ji ber vê mitîngê li dar dixin. Em hewl didin kesên li ber xwe didin û hemû beşên civakî bînin bahev.”
 
Okan Karaçam
 
‘BUDÇEYA ŞER LI SER PIŞTA KARKERAN E’ 
 
Karaçam, bal kişand ku êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd krîza aboriyê kûrtir dikin û anî ziman ku fatoreya êrişan ji karker û kedkaran re hatiye birîn. Karaçam, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hundir zextê li beşên civakî dike, li derve polîtîkayên şer dimeşîne. Dibêje li dijî Îsraîlê ye lê li ser Azerbaycanê petrolê dibe Îsraîlê. Êrişên li dijî gelê kurd bênavber didomin. Krîza aboriyê kûrtir dibe, budçeya şer li ser pişta karker û kedkaran tê barkirin. Ji lîmîtên kartên krediyan dibirin û ji budçeya şer re vediqetînin. 
 
Îro karker hewl didin bi mûçeyê kêmtirîn debara xwe bikin. Ji sedî 70’ê xebatkarên li welat hewl didin bi vî mûçeyî debara xwe bikin. Bihayên kirêyan, bi taybetî li taxên kedkaran derketiye 15 hezar lîreyan. Anku karkerek tenê dikare kirêya xwe bide. Ne pêkane ku pêdiviyên xwe yên din ên bingehîn pêşwazî bike. Her wiha karker di kargehan de bi zext û mobîngê re rûbirû dimînin. Dema rabûn bibin sendîkayî bi xetereya derxistina ji kar re rûbirû dimînin. Gelek girîng e ku karkerek di bin van şert û mercan de tev li mitîngê bibe.”
 
‘KURSÎ YA KARKERÊN TÊDIKOŞIN E’ 
 
Karaçam, destnîşan kir ku li kursiya ku dê roja mitîngê deynin ne tenê serokên sendîkayan dê karkerên li ber xwe didin jî hebin û ev tişt got: “Em kursiyê ji karkerên berxwedêr re dihêlin. Me serdana karkeran kir û ew vexwendin kursiyê. An ku dê di 20’ê cotmehê de karkerên têdikoşin hebin. Di dawiya mitîngê de jî dê hevalên me yên hunermend derkevin ser dike.”
 
Karaçam, girîngiya têkoşîna yek girtî destnîşan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet em ê bi tenê vê mitîngê re bisînor nemînin. Dê xebatên me li tevahiya salê bidomin. Li pêşiya me hevdîtinên budçeyê û hevdîtinên mûçeyê kêmtirîn hene. Em bang li hemû karker û kedkaran dikin; divê em daxwazên xwe bi hev re bînin ziman. Divê em li kêleka hev mil bi mil bisekinin û têbikoşin. Ji mûçeyên kêm heta şertên xebatê heta mobîngê gelek pirsgirêkan re rûbirû ne. Karkerên jin mûçeyê wekhev nagirin, keda wan bêtir tê xwarin. Çareseriya van pirsgirêkan di rêxistinbûyîn û têkoşîna yekgirtî re derbas dibe.”
 
MA / Ferdî Bayram
 
 
 

Sernavên din

13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç