Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be

  • rojane
  • 10:00 15 Îlon 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Hawirdorparêz ên ku  ji bo piştgiriyê bidin çalakiya HDP'iyan a li dijî şewatê hatine Şirnexê bang li rojava Tirkiyê kirin ku li dijî talana xwezaya Kurdistanê bêdeng nemînin û gotin: "Divê em li dijî şewata daristanan bibin yek û dengê xwe bilind bikin."

Li herêma Şirnexê bi destpêkirina operasyonên leşkerî re li çiyayên Cûdî, Gabar, Besta daristan tên şewitandin. Li van deveran 3 meh in şewata daristanan didome. Şewata ku duh li ser lûtkeya Çiyayê Gabar a li hember bajarokê Dergûlê ya Şirnexê dest pê kir didome. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li dijî xemsariya şewata daristanan çalakiya rûniştinê ya 3 rojan li dar xistibû. Piştî çalakiya rûniştinê  hawirdorparêz ango ekolojîst ji bajarên Mêrdîn, Amed, Dersîm û Enqereyê hatin Şirnexê û piştgiriya HDP'iyan kirin û li herêmê lêkolîn pêk anîn. Ekolojîstên ji Dersîm û Enqereyê hatin derbarê şewatê de axivîn. 
 
'XWEZAYA BOTANÊ HATIYE WÊRANKIRIN'
 
Hevserokê  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê û endamê Meclîsa Mûnzûr Bila Azad biherike Îbrahîm Kasun anî ziman ku herêm bi talanek mezin re rûbirû ye û got: "Me li vir dît ku Cûdî hate şewitandin û her der di bin talûkeyê de ye û xwezaya Botanê hatiye wêrankirin. Di heman demê de, zirarên Santrala Termîk a li vir hatine çêkirin jî pir in. Dema ku hûn  li dijî giyanê vê erdnîgariyê tevdigeriyan wê demê hûn zirar didin. Santrala Termîk karesatek e. Hem çandiniya herêmê qedandiye û hem jî sewalkarî qedandiye. Di pêvajoyek ku karbondîoksîtê ew qas dijwar e û dibe sedema karesatek hawîrdorê de, ne aqilane ye ku mirovên herêmê tên  jehrîkirin. Tu wateya vê ya zanistiyê jî tune ye. Ev karesatek e."
 
'DIVÊ ÇALAKÎ BÊN ZÊDEKIRIN'
 
Kasun bang li hemû derdorên demokratîk û civakî kir ku li dijî şewatan bêdeng nemînin û wiha got: "Banga me li tevgerên ekolojîst ên li Tirkiyê re heye. Divê çalakiyên li dijî şewatan bên zêdekirin. Yek carî jî divê em xwe bêdeng nekin. Her wiha em dikarin ji gelê Botanê re bêjin ku dema daristanên me hatin şewitandin, ji ber ewlehiyê rê nedan ku em jî mudaxile bikin. Lê me ev qedexeye nas nekirin bi awayeke bi rêxistinî me derbas dikirin û bi komî em diçûn cihê ku şewat derdiket. Ji ber vê yekê, divê gelê Botanê jî li hemberî vê mijarê bi hestiyarî tevbigere."
 
Nurgûl Yalay jî ya ku ji Dersimê hat Şirnexê wiha axivî: "Li Dêrsimê jî talankirina xwezayî pêk tên. Hilweşînek cidî heye. Gelê Dersimê di vî warî de têdikoşe. Divê mirovên li vê herêmê jî daristan, xweza û çiyayên xwe biparêzin. Divê hawirdorparêz bibin dengê her dara ku li vir dişewite ye. Beriya her tiştî, xwezaya me jiyana me ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî şewatên herêmê bi hestiyarî tevbigerin."
 
'GER EM BI HEVRE BIQÎRÎN EM Ê BIKARIBIN VEMIRÎNÎN'
 
Hevseroka HDP'ê ya Dersimê Nurşat Yeşîl jî bal kişand ser şewatên daristanan û wiha got: "Helwesteka hikûmetê ya bi salane ew e ku mudexeleyê li şewatên vê erdnîgariyê nake. Lê em vê yekê xwezayî nabînin. Ev dijminahiya bi xwezayê re ye. Em vê nêzîkatiyê wisa pênase dikin. Me berê li Dersimê ceribandibû. Nêzîkatiyek  heye ku nahêlin em biçin herêmên ku dişewitîn vemirînin. Bi hincetên ewlehiyê me asteng dikin. Mîna her serdemekî ev serdem jî dijwar e. Wekî mirovên ku ji Dêrsimê ji tekoşîna xwezayê tên, me îro berxwedana gelê Botanê li vir dît. Lê mixabin, ew hesesiyeta ku me li dijî şewatên li rojavayê Tirkiyê nîşan dan, wan îro heman bertek nîşan nedan. Wan îro heman tişt ji bo xwezaya me nekir. Dema ku em tenê bin, dengê me lewaz derdikeve. Lê dema ku em bi hev re bin, em bi hêz in. Loma em dikarin bi girêdana Behra Reş, Dêrsim û Botan dengek xurt derxînin. Têkoşîna me ya  hawîrdorê tenê ev tişt dikare xurt bike. Em ê li dijî her şewatekî  têkoşîna xweya xwezayî bidomînin."
 
'XWEZA BI ZANEBÛN TÊ WÊRANKIRIN'
 
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Asrîn Keleş jî da zanîn ku lêkolînên ku wan li herêmê kirine wê bikin rapor û pişt re bi raya giştî re parve bikin û wiha got: "Xwezaya me bi zanebûn tê wêrankirin. Ger em bi rêxistin bin, em dikarin têkoşîna xwe bi hêz bikin. Jixwe her deverên Tirkiyê tên talankirin. Em ne tenê li rojavayê Tirkiyê, li ku darek bişewite divê em li wir bin û li wir tebikoşin. Ez dipirsim gelo ew Wezareta Daristanan di her fersendekî de pesnê xwe dide ku 'gelek helîkopterên me hene, ewqas amûrên me yên şewatê hene, ewqas tîmên agirkujiyê hene.' Ez jî dipirsim ev amûrên we nikarin werin Şirnex? Nikarin vî agirî vemirînin? Beriya her tiştî, banga me ev e ku rayedarên saziyê erkdar xwe bi lezgîn pêk bînin. Banga min a duyemîn ji hemî tevgerên ekolojiyê re heye, em cûdakariyê nekin. Em çawa ku daristanên rojava dibînîn, em yên Şirnexê jî bibînin. Ger ku em bi hevre dengê xwe bilind bikin, em dikarîn vî agirî bidin vemirandin. Bi taybetî divê xelkê Botanê li dijî şewatê berteka xwe nîşan bide û zêdetir xwedî li xwezaya xwe derbikeve."
 
MA / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can
 
 

Sernavên din

19/09/2020
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir