Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn

  • rojane
  • 09:23 15 Îlon 2020
  • |
img
ÊLIH - Rojnamevan Çagdaş Kaplan anî ziman ku fatûreya rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de li penaberan tê birîn û got, penaber daxwaza parastineke navneteweyî dikin. 
 
Tirkiye û Yûnanîstan hîn jî ji bo berjewendiyên xwe penaberan bi kar tînin. Rojnamevan Çagdaş Kaplan ku li Yûnanîstanê ye, pirsgirêkên penaberan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand. 
 
Kaplan, anî ziman ku têkiliyên di navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê de ji ber rewşa Ege û Behra Spî dorfirehtir bûne û got, her du welat jî ji bo raya xwe ya giştî gotinên mêrxasiyî dikin. Kaplan, anî ziman ku çapemeniya her du welatan jî xwe li gor şer û pevçûnan bi cih dikin û got: "Eynî wekî çapemeniya berbelav a Tirkiyeyê, di çapemeniya Yûnanîstanê de jî em dîmenên keştiyên şer û balafirên şer temaşe dikin. Çapemneiya berbelav bûye berdevkê gotinên mêrxasiyî yên hikûmeta Yûnanîstanê." 
 
'BAV Û LAWEKÎ NISÊBÎNÎ WINDA NE' 
 
Kaplan, bilêv kir ku ji ber rewşa pevçûnî hîn jî mirov koç dikin. Kaplan, diyar kir ku hîn jî bi sedan mirov bi rêya behrê koç dikin û got: "Di vê pêvajoyê de gelek mirov di dema koçkirinê de winda bûn û jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di dawiya meha Tîrmehê de botek ku penaberan vediguhast li nêzî Girava Herkeyê noq bû. Piraniya penaberên tê de bûn kurd bûn. Di vê botê de 92 kes hatin xelaskirin. Lê belê bav û kurê wî yê 4 salî hîn jî winda ne. Ji Nisêbînê bûn. Berîvan Cansûn ji bo kurê wê û hevjînê wê bên dîtin bi rojane bang li hikûmeta Yûnanîstanê dike. Lê hîn jî tiştekî zelal tuneye. Ev bûyer di çapemeniyê de derketiye. Lê belê bi dehan bûyerên bi vî rengî qewimîne." 
 
Kaplan, destnîşan kir ku fatûreya rageşiya navbera her du welatan li penaberan tê birîn û got, lê belê penaber tenê gava dimirin dibin rojev. Kaplan, anî ziman ku li Yûnanîstanê penaber di şert û mercine derî mirovahiyî de dijîn û got, hikûmeta tenê wekî "hejmaran" li penaberan mêze dikin. 
 
Her wiha Kaplan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di dema pandemiyê de li ber deriyên sînoran çêbûn jî û got: "Binpêkirinên mafan ên di dema îqtidara Syriza pêk hatin, bi îqtidara Neo Demokrasiyê zêdetir bûn. Di du salên dawî de bi sedan mirov bi zorê şandin Tirkiyeyê. Bi ser de ew îşkence kirine û dest danîn ser amûrên wan. Hefteya borî polîsên Yûnanîstanê li 6 penaberên kurd xistin û ew şandin Tirkiyeyê û hatin girtin." 
 
HER ROJ ZÊDE DIBIN' 
 
Kaplan, anî ziman ku li Yûnanîstanê 120 hezar penaber hene û her diçe hejmara wan zêde dibe. Kaplan, bilêv kir ku li kampan zêdetirî kapasîteyê penaber hene û got: "Hikûmeta Yûnanîstanê ji roja ku pandemî dest pê kir, guh neda tenduristia penaberan. Îqtidara Neo Demokrasiyê cardin Wezareta Koçberan vekir û ev yek bû pêkhênerê van polîtîkayan. Wezîrê Koçberan Notîs Mîtarakîs, bi polîtîkayên xwe yên li dijî biyanî û penaberan tê naskirin. Hikûmetê di dema pandemiyê de ji bo welatiyên xwe bang dikir ku li malê bimînin, hay ji paqijiya xwe hebin û mesafeya fizîkî esas bigirin, lê belê li kampên penaberan ev tişt ji nedîtî ve hatin. Hema bibêje hikûmetê ji bo penaberan tu tevdîr negirtine. Ji bo paqijî û mesafeya fizîkî jî ji dêvla tevdîrgirtinê sînro danîn ber penaberan. Li kampan bi hezaran kes dimînin û ji meha Adarê ve ji bo têketin û derketina kampê hin sînor hatine danîn. Lê belê ji 1'ê Hezîranê ve her der ji bo turîzmê vekiriye. Ev pêkanîneke cihêkar e." 
 
'PARASTINEKE NAVNETEWEYÎ' 
 
Kaplan, anî ziman ku ligel ev qas tiştî dîsa jî rêxistinên civaka sivîl û muxalif piştevaniya penaberan dikin û ji bo daxwaza penaberan jî got: "Penaber, beriya her tiştî mafên xwe yên bi peymanên navneteweyî hatine mîsgoerkirin dixwazin. Naxwazin wekî girtiyan li kampan bên girtin."
 
Kaplan, diyar kir ku penaber mafên xwe yên insanî dixwazin û got, ji bo parastineke navneteweyî serlêdanê dikin û jiyaneke mirovane dixwazin û piraniya van mirovan mexdûrên şer in. 
 
MA / Metîn Yoksû 

Sernavên din

19/09/2020
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir