‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’

  • rojane
  • 09:06 15 Îlon 2020
  • |
img
AMED - Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexa Wanê de, diyar kir ku ne tabela, zimanê kurdî hatiye daxistin û got: “Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li ser çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin.”
 
Li navçeya Ebexê ya Wanê, tabelayên bi kurdî-tirkî yên gelek gundan ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatin daxistin. Li şûna lewheyên bi kurdî-tirkî lewheyên tenê bi tirkî hatin çikandin. Li dijî daxistina tabelayên kurdî li ser medya civakî gelek bertek hatin nîşandan. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê derbarê daxistina tabelayan de hêj tu daxuyanî nedaye
 
Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexa Wanê de axivî. Soner, bibîrxist ku ji 1930’an heta 1990’an ve dewletê zimanê kurdî qedexe kiribû û wiha got: “Piştî ku di salên 90’î de têkoşîn xurt bû dewlet mecbûr ma ku paşve gavê biavêje. Qedexeya zimanê kurdî hinek sist bike. Lê dewletê tu caran di polîtîkayên xwe de qedexe ranekiriye. Ew tabelayên li Ebexe hatine daxistin ne tenê tabeleyeke. Wan zimanê gelê kurd daxistine. Hewceye em wisa lê binêrin. Ji bo xetereya li ser zimanê me rabe divê xebatên xwe yên ziman pêşve bibin. Bi xebatan xurtkirinê em dikarin encax bersiva wan bidin.”
 
‘EM Ê LI SER ÇIYA, RÊ Û TAXÊN KURDISTANÊ TABELAYAN DEYNIN’
 
Soner, xwest ku di vê pêvajoyê de xetereya li ser ziman were şikandin û wiha axivî: “Komara Tirkiyeyê avabûye heta niha 3 ziman tune bûne. Kurdî jî di nav de 15 ziman li ber tunebûnê ve diçin. 39 ziman li Tirkiyê û Kurdistanê tên axaftin lê di xetereyê de ne. Zimanên herî zêde tên axaftin tirkîye pişt re kurdî ye. Zimanekî ku ji aliyê 25 milyon mirovan ve tê axaftin, hem tu maf nadinê hem jî ser de diçin. Nahêlin em jî xebata xwe bi rêvebibin. Sazî û dezgehên me digirin. Tabelayeke kurdî heye, çavên wan ji wê jî nabarin. Ji zimanê me ditirsin. Ji ber ku çand û zimanê kurdî xurt e. Em ê zimanê xwe pêş bixin. Ew tabelayên wan daxistine em ê li ser, çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin. Bila herkes vê baş zanî be.”
 
‘EM DI MALA XWE DE JI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ DIAXIVIN?’
 
Soner, anî ziman ku bê zimanî bê welatî ye û wiha berdewam kir: “Heke ku zimanê me tune be wê demê welatê me jî tune ye. Ji bo ku zimanê me tune nebe her kurd ji xwe dipirse gelo? Em di mala xwe de ji zarokên xwe re bi kurdî diaxivin? Der û cîranên xwe re diaxivin? Di saziyan de em zorê dikin ku kurdî were axaftin? Ji ber wê heta xebata me nebe bersiva êrîş û qedexeyên li ser kurdî em nasekinin. Em wek platform li ser ziman disekinin dixwazin her sazî û dezgeh jî bi ziman re mijûl bibe. Herî zêde jî çapemenî. Em dixwazin li ser televîzyonên kurda, li kû derê weşanê dike bila bike. Li ser kurdî hefteyê carekî li ser ziman bernameyekê çêbikin. Ji bo ku em ziman di rojevê de bihêlin pêwîstî bi vê yekê dibînin.”
 
‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN DIVÊ XEBATEKE HEVBEŞ WERE MEŞANDIN’
 
Soner, da zanîn ku kêmasiya herî mezin ewe ku zimanê xwe nakin rojev û wiha lê zêde kir: “Em zimanê xwe bikin rojeva xwe de wê demê kesên ku nizanin dê hîn bibin, dê were hezkirin. Tunebûna ziman jî dê ji holê rabe. Li ser zimanê kurdî tîpek, gotinek be jî ji holê rakin em ê li dijî wê bertekên xwe nîşan bidin û nîşan didin jî.”
 
Soner, dest nîşan kir ku li dijî êrîşên li ser kurdî divê sazî, dezgeh û partiyên siyasî xebateke hevbeş bimeşînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo pêşketina ziman kî karibe çi bike divê bike. Encax wiha ziman pêş bikeve. Ji ber wê yekê divê herkes tişta dikeve li ser milê wan pêk bîne.”

Sernavên din

19/09/2020
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir