Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir

img
STENBOL - Eda Baydogan anî ziman ku semptomên nexweşîna MS'yê li bavên wê Ekrem Baydogan ê girtî peyda bûne û got, îdareya girtîgehê nahêle bavê wê bê tedawîkirin. 
 
Li gor rapora girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 600 jê giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Yek ji wan jî Ekrem Baydogan e. Baydogan di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê de ye. 
 
Keça wî Eda Baydogan anî ziman ku gava 2 salî bûye bavê wê hatiye girtin û 290 sal ceza li bavê wê hatiye birîn. Baydogan, bilêv kir ku bavê xwe li girtîgehê nas kiriye. Niha jî ji ber şewba Covîd-19'ê Baydogan a 17 salî nikare bavê xw ebibîne. 
 
NAYÊ TEDAWÎKIRIN 
 
Baydogan, anî ziman ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan bavê wê nexweş ketiye û got, îdareya girtîgehê jî tedawiya bavê wê asteng dike. Baydogan, da zanîn ku heya niha du caran bavê wê birine nexweşxaneyê û got, semptomên nexweşîna MS'yê (Mûltîpl Skleroz) lê peyda bûne. Baydogan got: "Ev nexweşînek e kronîk e. Di mêjiyê wî de tiştên wekî nepoxan çêdibin. Her wiha ji ber vê mejîpişta wî jî nerihet bûye. Ancax piştî tedawiyeke çar mehan wê teşxîs bê danîn. Lê belê girtîgeh vê yekê nake. Heger nexweşîna wî girna bibe, wê nerihetiyên fizîkî dest pê bikin û wê nikaribe hereket bike. Her wiha dermanên ku divê bi kar bîne jî nadin wî." 
 
Baydogan, anî ziman ku piştî şewba Covîd-19'ê belav bûye gumanên wan jî zêde bûne û got, ev yek jî ji ber helwesta îdareya girtîgehê ye. Baydogan, da zanîn ku îdareya girtîgehê malzemeyên paqijiyê jî nadin û got: "Her wiha bi derfetên xwe maskeyan peyda dikin. Îdareya girtîgehê tiştekî baş nake. Her wiha gava nerihet bibin û wna bibin nexweşxaneyê jî 14 rojan wan di hucreyekê de dikin karantînayê. Kesekî nexweş wê bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne." 
 
Baydogan, destnîşan kir ku îdareya girtîgehê bereksê rêziknameyê tevdigere û got: "Heya niha tenê du caran birine nexweşxaneyê. Bi hinceta pandemiyê mafê nexwexaneyê jî tê binpêkirin. Ji ber ku bavê min rewşa girtiyê nexweş ên dema wî birine nexweşxaneyê û lê xistine ji me re got, mafê wî yê telefonê ku 20 deqe bû kirine deh deqe." 
 
Baydogan, anî ziman ku van pêkanînên derqanûnî qebûl nakin û got: "Ji ber ku bavê min qebûl nekiriye kamera di qawîşa wî de be, gelek ceza lê dibirîn. Bi ser de jî ev ceza. Bêhiqûqîtiyeke mezin heye. Beleheq ceza lê birîne. Lê divê em hem li dijî vî cezayî hem jî li dijî neheqiyên tên kirin dengê xwe bilind bikin. Qet nebe heya baş bibe divê wî bibin nexweşxaneyê û hin tişt bên kirin." 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

10/09/2020
09:04 Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
09:03 Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e
09:03 Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin
09:03 Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin
09:03 Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN
09/09/2020
19:41 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:36 Biryara der barê doza rojnamevanan de hat aşkerekirin
18:16 Hevşaredara Giyadînê Yaşar hat berdan
16:53 Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan
16:18 Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da
15:45 Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin
14:57 Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne
14:40 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin
14:25 Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
15:05 Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin
15:04 Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike
14:51 Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê
14:37 KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne
14:27 Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin