Li bajêr tekane jina karsaza qehwexanê: Min guh neda çavên şaşwaz

  • jin
  • 09:06 6 Îlon 2020
  • |
img
AYDIN - Li Încîrlîova, tekana jina karsaza qehwexanê Duygu Bektaş, diyar kir ku wê tu carî guh neda çavên şaşwazbûyî yên zilaman û got: “Bi dest pê kirina vî karî min karî nêrîna kesên derdora xwe bi guherînim.” 
 
Dayika 2 zarokan Duygu Bektaş a 35 salî ya ku li navçeya Încîrlîova ya Aydinê dijî, weke tekane jina karsaza qehwexanê li bajêr tê naskirin. Bektaş a li Meletiyê tê dinê û li wê derê mezin dibe, di 18 saliya xwe de di zewice û ji 12 saliya xwe ve tim di nava bax, baxçe û fabrîqeyan de di xebate. Bektaş ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimîne ku koçî gelek bajaran bike û herî dawî di sala 2011’an de li Încîrlîovayê bi cih dibe. Bektaş li vê derê jî li hin cihan dixebite û herî dawî berî 5 salan dest bi karsaziya qehwexanê dike û bi vê debara mala xwe dike.
 
BI XWE BAWER BÛ 
 
Bektaş, diyar kir ku ew bi salan rastî gelek zor û zehmetiyan hat û wiha axivî: “Bav û dayika min şivantî dikirin. Bi vî karê em mezin kirin. Dema ku li Încîrlîovayê bi cih bûm, ez 8 mehan bê kar mam. Ez hatibûm cih nû û min kesek nas ne dikir. Di vê pêvajoyê de, ez pir fikirîm. Di vê navberê de min qeywexane dît û min ev mijar bi hevjînê xwe re nîqaş kir. Min xwest ez bi xwe karê xwe bikim. Di vî warî de hevjînê min pir bû alîkar. Min jî ev fikra xwe bi cih anî û ev der vekir. Serê sibê saet 06.00’an ez qehwexaneya xwe vedikim. Berî pandemiyê gelek caran ez heya saet 02.00’yê şevê dixebitîm. Yên ez didîtim pir şaşwaz dibûn, lê min guh neda kesekê û ji bo ku têgîna heyî bidim guhertin min gelek têkoşiya. Berî her tiştî divê baweriya me bi me bê. Ger hûn ji xwe bawer bikin, wê kesên derdorê jî ji we bawer bikin.”
 
SERBIXWETIYA JINÊ
 
Bektaş, da zanîn ku ji ber pêvajoya pandemiyê karê wan jî bi awayekê neyînî bi bandor bûye û wiha got: “Em hewl didin bi derfetên xwe li ser piyan bimînin. Deynên me yên kirê û kredî hene. Ligel ku niha kar tuneye jî, fatûreyên me yên ceyranê pir zêde tên. Ez dixwazim di demên pêş de karê xwe mezintir bikim, da ku jin hîn zêdetir karibin di qehwexaneyê de rûnin. Ev xeyala min a herî mezin. Ji bo min jiyan ne tenê li malê rûniştin, firaq şûştin, zarok mezinkirin û xwarin çêkirin e. Min tu carî xwe hewceyî zilamekê nekir. Jin çawan dikarin di malan de bixebitin, wisan jî dikarin karên derve de bikin. Divê jin xwe girêdayî bav, bira û tu kesên din nekin. Bila ji xwe bawer bin û xwe bêçare nebînin. Ji ber ku ez dixebitim, bi xwe perê xwe qezenc dikim û îro jî dikarim bi dilekê rehet xerç bikim. Divê jin tu carî xwe ji hilberînê qût nekin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

07/09/2020
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir
09:02 Mirina bi guman a jina ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe
09:00 Rojnameger Abdula: Dewleta tirk ji azadiya Ocalan re ne amade ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2020'AN
06/09/2020
20:34 Di TIR’a ku agir pêket de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
20:28 53 kesên din jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:20 Li Rihayê polisan binçavkiriyan îşkence kir
20:05 Sancar li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya: Wê hesab bê pirsîn
15:09 Li Cizîrê TIR’a qeza kir agir pêket
14:30 HDK û ÎHD: Bûyerên 6-7’ê Îlonê bi ‘planên çongşikandinê’ didome
14:04 Odeya Dermanxaneyan a Amedê: Ji ber ku kurd bûn êrîş li karkeran hat kirin
14:04 Bûldan: Bila miha Muharremê bibe wesîleya aştî, azdî û yekitiyê
13:47 Di mehekê de 560 jinan serlêdana alîkariyê kirin
13:10 AKP’iyan parvekirina wêneyên xwe yên bi Serokê DMME’yê re jêbirin
13:08 Ji daxuyaniya Walitiya Sakaryayê êrîşa li dijî karkeran derket
13:05 Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya
11:48 Bertek nîşanî wêneyê Serokê DMME’yê Spano yê bi AKP’iyan re dan
11:29 HDP: Divê rastiya komkujiya 6-7’ê Îlonê derkeve holê
11:14 Gotinên karkeran êrîş li wan hatibû kirin derketin holê
10:46 Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya derketina kolanan
10:01 Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran weke yên şahidan bigire
09:18 'Tirkiyê 350 zarok ji Sûriyê şandin şerê Lîbyayê'
09:06 Li bajêr tekane jina karsaza qehwexanê: Min guh neda çavên şaşwaz
09:06 Hêj der barê doza esker Mustafa Araz ê bi guman mir de pêşketin tune
09:04 Nexweşê Covîd-19'ê mecbûr ma bi dolmîşê biçe nexweşxaneyê
09:03 ‘Êrîşa nîjadperest encama atmosfera siyasî ye'
09:03 Dengbêj Faîkê Kifîfê: Dixwazim heya nefesa dawî bistrêm
09:03 Maçîn: Gel ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze
09:02 AYM, ji bo îşkenceya bibelge got 'delîl tuneye'
09:01 'Şideta Dîjîtal' çi ye, divê jin çi bikin?
09:01 Yilmaz: Wêneyê li Moskovayê peyama ji bo Tirkiyê û Amerîka ye
09:01 Cotkar ji krîza aborî bêtir di krîzê de ne
09:00 Gola Sixkê ziwa dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN
05/09/2020
19:45 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Platforma Jinan a Şahmeranê: Em ê li dijî her cureyên tundiyê bitêkoşin
17:48 Walî ji karkeran re gotiye 3 êrişkar hatine binçavkirin
17:17 Li Geliyê Godernê paqijiya derdorê kirin
17:02 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
17:00 Tifaqa Kurdistanî dê biçe serdana karkerên kurd ên êrişî wan hat kirin
16:54 Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin
16:08 ÎHD: Êrîşên li Sakarya berdewama polîtîkaya înkarê ye
16:01 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrişa li Sakaryayê şermezar kir
15:47 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek ji nexweşxanê hat derxistin
15:23 Xwestin girtiyê nexweş Kasim Karataş were berdan
15:00 Girtiyê nexweş 20 salin li bendêye bê emeliyatkirin
14:37 Eskeran gundê karkeran dorpêç kir
14:14 Li Çiyayê Cûdî şewat belav dibe
14:11 Keskîn êrişa li Sakaryayê nirxand: Nijadperestî nexweşî nîne, awayê pergalê ye
13:54 Dîwar bi ser de hilweşiya û jiyana xwe ji dest da
13:53 HDP: Emê şopdarê êrîşên li dijî karkerên kurdan bin
13:52 Birayê winda: Emê heta nefesa dawî ji dewletê hesab bixwazin
13:07 Sakçi û Tosûn jî li Sakaryayê hatin qetilkirin
12:44 Ocalan di çareseriyê de û îqtîdar jî di tecrîtê de israr dike
12:22 Xizmên windayan aqûbeta Aras pirsîn
12:11 Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin
11:11 Li çoltera Payîzava sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin
10:53 Ji ber laçika kesk, sor û zer 24 saet di binçavan de ma
10:33 Êrîşa li dijî karkerên kurd wê bibe rojeva Meclîsê
10:27 'Bûyerên 6-7'ê Îlonê îro jî li ser civakê didomin'
10:12 Li Tarlabaşiya Stenbolê jiyan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe
10:03 Parêzer: Îdîanameya derbarê Mehmet Demîr de fiyaskoye
10:02 Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne
09:55 Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir
09:39 Ji minareyan cudakarî olan dide!
09:38 Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN
04/09/2020
20:10 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:11 Ji bo Mesût Issi yê parêzer Boylû kuşt muebbeta giran hat xwestin
15:24 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:05 Dîsa Sakarya û dîsa êrişî karkerên kurd kirin
14:56 Parêzer Aytaç Unsal dawî li çalakiya xwe anî
14:46 Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
14:45 Tuncel: Pirsgirêka gelê kurd li dadgehê nayê çareser kirin
14:45 ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e
14:15 Ji ber karantînayê biryar dîsa nehat dayîn
13:54 Ji bo Ozbek a krîza dil derbas kir biryara berdanê hat dayîn
13:50 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Bila dewlet şerm bike
13:44 Pirtûka bîranînên Apê Mûsa di refan de cihê xwe girt
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da