Hêj der barê doza esker Mustafa Araz ê bi guman mir de pêşketin tune

img
 
STENBOL – Di ser mirina esker Mustafa Araz ê li Babaeskî ya Kirklarelî di 12'ê Gulanê de di avahiyek xerabe de mirî hat dîtin re  meh borî. Lê heta niha der barê lêpirsîn û doza mirina Araz de tu pêşketin tune ye. Hêj rapora otopsî aşkere nekirine û daxwazên parêzeran red dikin. Malbata Araz bi fikar in ku ser bûyerê bigirin û bincil bikin. 
 
Li Navçeya Babaeskî ya Bajarê Kirklarelî eskerê 23 salî Mustafa Araz ê li Fermandariya Fuze ya Parastina Hewayê ya girêdayî 1'emîn Fermandariya Tugaya Zirxî eskerî dikir, di 12'ê Gulanê de mirî hat dîtin. Rayedarên eskerî diyar kirin ku di 11'ê Gulanê de nexweş ketiye û çûye nexweşxaneyê û piştre agahî jê negirtine. Rayedaran parast ku roja din li avahiya AVM ya xalî û xerabe întîhar kiriye. Malbatê jî anîn ziman ku destê kurê wan hatdibû girêdan û li ser laşê kurê wan şopa lêdanê hebû. Malbat ketin gumana ku kurê wan bi îşkenceyê hatiye kuştin. Malbatê li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Babaeskî da. Lê 4 meh di ser bûyerê re derbas bû, hêj der barê dosyayê û lêpirsînê de tu gav nehatiye avêtin. 
 
Parêzerê malbatê Cesim Parlak, anî ziman ku hêj rapora otopsiyê ya der barê Araz de nehatiye aşkerekirin û wiha got: "Hem rapor aşkere nekirine û hem jî daxwaza me ya kesê zana û pispor lêkolîn bikin red kirine. Dîsa dîmen û qeydên kamera yên cihê bûyerê hêj nehatine tespîtkirin. Gelek delîlên bên ronîkirin hene. Heta niha têkildarî lêpirsînê tu gav nehatiye avêtin. Rojek berê ez bi Serdozgerê Komarê yê Babaeskî re axivîm. Ez di pergala UYAP'ê de ji 10'ê Tîrmehê heta niha tu belgeyan nabînim. Serokomar bi hinceta "Vîrûsa Corona" giştînameyek parve kir. Xwest li şûna biçin edliyê, dikarin li ser pergala UYAP'ê encama doz û lêpirsînê bibînin. Serdozgera Babaeskî Şule Dumul jî destûr dabû ku em têkevin pergala UYAP'ê. Roja borî ez lê geriyam got "Divê tu her roj daxwaz bike. Lê ger ku carekê destûr da pêwist nake ku ez her roj daxwaz bikim. Daxwaznameyên ku ez bi xwe dinivîsim jî di pergala UYAP'ê de nabînim. Niha pergala UYAP’ê ji ragihandin û dîtinê re hatiye girtin. Em nikarin têkevin pergalê û dosya bibînin. Me xwest em bi dozger re rû bi rû hevdîtin bikin, lê me xwe negîhandê.' 
 
HÊJ KEŞÎF JÎ NEHATIYE KIRIN
 
Parêzer Parlak, anî ziman ku wan xwest yekîneyek ku ji pisporên Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) bûyerê lêkolîn bikin û li cihê bûyerê keşif bikin, lê ev daxwaza wan red kirine û wiha axivî: "Hêj li cihê bûyerê keşif jî nehatiye kirin. Em her tim dixwazin keşif bikin, lê mixabin vê daxwaze me red dikin. Hêj rapora otopsiyê jî amade nekirine. Divê raporek ew qas dereng nemîne. Ev mirina eskerekî bi guman e. Divê rayedar erka xwe pêk bînin. 
4 meh di ser dosya dozê re derbas bû, lê heta niha tu gavên şênber nehatiye avêtin. 
 
BAV ARAZ: NEDIYARKIRINA DOSYAYÊ NÎŞANA KUŞTINÊ YE
 
Bav Hasan Araz jî anî ziman ku heta niha nediyarkirina dosya û lêpirsînê nîşan dide ku kurê wî hatiye kuştin û dixwazin ser vê doz û dosyayê veşêrin. "Divê dîmenên kamera bên dîtin. Divê keşif bê kirin. Ne zelaliya dîmenên kamera û nekirina keşifê nîşan dide ku kurê wan hatiye kuştin. Em ji destpêkê de diyar kirin ku kurê min întîhar nekiriye. Kurê min bi îşkenceyê hatiye kuştin. Lê dixwazin ser kuştinê bincil bikin û veşêrin. Ez ê heta dawî şopdarê dozê bim. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/09/2020
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir
09:02 Mirina bi guman a jina ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe
09:00 Rojnameger Abdula: Dewleta tirk ji azadiya Ocalan re ne amade ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2020'AN
06/09/2020
20:34 Di TIR’a ku agir pêket de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
20:28 53 kesên din jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:20 Li Rihayê polisan binçavkiriyan îşkence kir
20:05 Sancar li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya: Wê hesab bê pirsîn
15:09 Li Cizîrê TIR’a qeza kir agir pêket
14:30 HDK û ÎHD: Bûyerên 6-7’ê Îlonê bi ‘planên çongşikandinê’ didome
14:04 Odeya Dermanxaneyan a Amedê: Ji ber ku kurd bûn êrîş li karkeran hat kirin
14:04 Bûldan: Bila miha Muharremê bibe wesîleya aştî, azdî û yekitiyê
13:47 Di mehekê de 560 jinan serlêdana alîkariyê kirin
13:10 AKP’iyan parvekirina wêneyên xwe yên bi Serokê DMME’yê re jêbirin
13:08 Ji daxuyaniya Walitiya Sakaryayê êrîşa li dijî karkeran derket
13:05 Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya
11:48 Bertek nîşanî wêneyê Serokê DMME’yê Spano yê bi AKP’iyan re dan
11:29 HDP: Divê rastiya komkujiya 6-7’ê Îlonê derkeve holê
11:14 Gotinên karkeran êrîş li wan hatibû kirin derketin holê
10:46 Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya derketina kolanan
10:01 Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran weke yên şahidan bigire
09:18 'Tirkiyê 350 zarok ji Sûriyê şandin şerê Lîbyayê'
09:06 Li bajêr tekane jina karsaza qehwexanê: Min guh neda çavên şaşwaz
09:06 Hêj der barê doza esker Mustafa Araz ê bi guman mir de pêşketin tune
09:04 Nexweşê Covîd-19'ê mecbûr ma bi dolmîşê biçe nexweşxaneyê
09:03 ‘Êrîşa nîjadperest encama atmosfera siyasî ye'
09:03 Dengbêj Faîkê Kifîfê: Dixwazim heya nefesa dawî bistrêm
09:03 Maçîn: Gel ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze
09:02 AYM, ji bo îşkenceya bibelge got 'delîl tuneye'
09:01 'Şideta Dîjîtal' çi ye, divê jin çi bikin?
09:01 Yilmaz: Wêneyê li Moskovayê peyama ji bo Tirkiyê û Amerîka ye
09:01 Cotkar ji krîza aborî bêtir di krîzê de ne
09:00 Gola Sixkê ziwa dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN
05/09/2020
19:45 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Platforma Jinan a Şahmeranê: Em ê li dijî her cureyên tundiyê bitêkoşin
17:48 Walî ji karkeran re gotiye 3 êrişkar hatine binçavkirin
17:17 Li Geliyê Godernê paqijiya derdorê kirin
17:02 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
17:00 Tifaqa Kurdistanî dê biçe serdana karkerên kurd ên êrişî wan hat kirin
16:54 Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin
16:08 ÎHD: Êrîşên li Sakarya berdewama polîtîkaya înkarê ye
16:01 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrişa li Sakaryayê şermezar kir
15:47 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek ji nexweşxanê hat derxistin
15:23 Xwestin girtiyê nexweş Kasim Karataş were berdan
15:00 Girtiyê nexweş 20 salin li bendêye bê emeliyatkirin
14:37 Eskeran gundê karkeran dorpêç kir
14:14 Li Çiyayê Cûdî şewat belav dibe
14:11 Keskîn êrişa li Sakaryayê nirxand: Nijadperestî nexweşî nîne, awayê pergalê ye
13:54 Dîwar bi ser de hilweşiya û jiyana xwe ji dest da
13:53 HDP: Emê şopdarê êrîşên li dijî karkerên kurdan bin
13:52 Birayê winda: Emê heta nefesa dawî ji dewletê hesab bixwazin
13:07 Sakçi û Tosûn jî li Sakaryayê hatin qetilkirin
12:44 Ocalan di çareseriyê de û îqtîdar jî di tecrîtê de israr dike
12:22 Xizmên windayan aqûbeta Aras pirsîn
12:11 Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin
11:11 Li çoltera Payîzava sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin
10:53 Ji ber laçika kesk, sor û zer 24 saet di binçavan de ma
10:33 Êrîşa li dijî karkerên kurd wê bibe rojeva Meclîsê
10:27 'Bûyerên 6-7'ê Îlonê îro jî li ser civakê didomin'
10:12 Li Tarlabaşiya Stenbolê jiyan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe
10:03 Parêzer: Îdîanameya derbarê Mehmet Demîr de fiyaskoye
10:02 Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne
09:55 Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir
09:39 Ji minareyan cudakarî olan dide!
09:38 Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN
04/09/2020
20:10 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:11 Ji bo Mesût Issi yê parêzer Boylû kuşt muebbeta giran hat xwestin
15:24 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:05 Dîsa Sakarya û dîsa êrişî karkerên kurd kirin
14:56 Parêzer Aytaç Unsal dawî li çalakiya xwe anî
14:46 Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
14:45 Tuncel: Pirsgirêka gelê kurd li dadgehê nayê çareser kirin
14:45 ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e
14:15 Ji ber karantînayê biryar dîsa nehat dayîn
13:54 Ji bo Ozbek a krîza dil derbas kir biryara berdanê hat dayîn
13:50 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Bila dewlet şerm bike
13:44 Pirtûka bîranînên Apê Mûsa di refan de cihê xwe girt
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da