Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin

img

STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li Serokê DMME’yê Robert Spano yê hatibû Tirkiyeyê kirin û gotin: “Em helwesta rexneyî ya rû bi rû ya pergala tecrîda li Îmraliyê girîng dibînin. Lê helwestek dijber jî wê bibe sedem ku Dewleta Tirkiyeyê di warê pêkanînên mafên mirovan ên bêmaf de bi cesaret bike.”

 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya serdana serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano ya li Tirkiyeyê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li serokê DMME’yê Robert Spano kirin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ew hîn bûn ku Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Birêz Robert Sapno bi hin hincetên cuda wê serdana Tirkiyeyê bike û wiha got: “Bi vê wesîleyê me ji bo xwe weke wezîfeyekê dît ku di hin mijarên bingehî de agahiyê bidin Birêz Serok û raya giştî. Em helwesta rexneyî ya rû bi rû ya pergala tecrîda li Îmraliyê girîng dibînin. Lê helwestek dijber jî wê bibe sedem ku Dewleta Tirkiyeyê di warê pêkanînên mafên mirovan ên bêmaf de bi cesaret bike.”
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Dewama daxuyaniya nivîskî ya parêzerên Ocalan wiha ye: "Mîna ku Birêz Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe yên DMME'yê de bi berfirehî nirxandiye, em jî demeke dirêj in destnîşan dikin ku Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê di Sîstema Siyaset û Hiqûqa Ceza ya Tirkiyeyê de diyarker e. Gelek mijarên bi vî rengî destpêkê li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bi rengekî nehiqûqî tê bi cih anîn, piştre jî qonax bi qonax li Tirkiyeyê belav dibe. Li Girtîgeha Îmraliyê ku bêhiqûqî û kêfiyet esas e, têkildarî gelek pêkanînan ne hiqûqa neteweyî ne jî ya navneteweyî li ber çavan nayên girtin.
 
PROTO-GÛANTANAMO
 
Girtîgeha Girava Îmraliyê bi rêbaza Proto-Gûantanomo dûrî ji pîvanên mafên mirovan ên bingehîn û hiqûqê bi statuyeke taybet hatiye avakirin. Darizandina li Girava Îmraliyê ku ji bo Birêz Ocalan weke qada darizandinê hatiye bikaranîn, ji bo di nava 4 mehan de cezayê îdamê bê dayin bi rengekî formalîte hatiye meşandin.
 
JI ALIYÊ DMME'YÊ VE HATE NIXUMANDIN
 
DMME'yê li ser vê darizandina formalîte biryar da ku mafê darizandina wekhev hatiye binpêkirin. Lê belê Tirkiyeyê ev biryar bi cih neanî û Birêz Ocalan jinûve mehkeme nekiriye. DMME'yê bi pêşniyara hiquqnasên Tirkiyeyî yên wê demê, bi hukmekî formalîte dosya Dadgeriya Tirk nixumandiye. Di serî de DMME'yê saziyên hiqûqa navneteweyî ev yek jinedîtî ve hatin û nixumandin.
 
Biryara DMME'yê ya li ser îdamê jî veguheriye cezayê girtina heta bi hetayê ya girankirî ku tê wateya kuştina bi rizandinê. DMME'yê di sala 2014'an de biryar da ku rejîma înfazê ya muebbetê ya girankirî, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Tevî ku di ser vê biryarê re 6 sal jî derbas bûne, hîn ji bo bicihanîna wê di Qanûna Înfaza Ceza de guhertinek nehatiye kirin. Ev helwesta pasîf a DMME'yê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî bicihanîna vê biryarê, zemînek pêşkêş kiriye ku li Tirkiyeyê rejîma înfazê li dijî girtiyên siyasî girantir bibe û nêzîkatiyên cihêkar bên zêdekirin. Di nava şert û mercên pandemiyê de jî mirovên ji ber nêrînên xwe mehkûm bûne hîn girtî ne, lê belê kesên ku li dijî civakê sûcên giran kirine hatine berdan.
 
MAFÊ DARIZANDINA WEKHEV KU TÊ BINPÊKIRIN Û SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ
 
Muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan bi binpêkirina mafê wî ye darizandina wekhev di nava rejîma înfazê ya girankirî de tê hiştin ku sîstema êşkenceyê ye. Li gel vê yekê êşkenceya mutleq lê hatiye ferzkirin ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ev yek weke 'cezakirina di nava ceza de' pênase kiriye. Birêz Ocalan piştîs ala 2011an nêzî heyşt salan nekariye parêzerên xwe bibîne û hevdîtina bi parêzeran re tenê sla 2019'an piştî mirina gelek mirovan a di greva birçîbûnê ya bi beşdariya bi hezaran kesî, tenê ji bo çend caran hate kirin. Li dijî şert û mercên tecrîdê yên girankirî yên li Îmraliyê, me parêzeran sala 2011'an serî li DMME'yê dan, lê hîn bi encam nebûye.
 
DMME'YÊ DIKE BERPIRSYAR
 
Ev pêkanînên ku bi gelek xusûsên din dikarin bên vegotin, di şexsê Birêz Ocalan de ne tenê li ser kesekî yan jî girtîgehan e, di şexsê Birêz Ocalan de veguheriye sîstemekê ku li dijî nirxên civakî û siyasî tê meşandin ku Birêz Ocalan wan nirxan temsîl dike. Tirkiye mixabin di vê mijarê de li valahiyên di siyaset û hiqûqa navneteweyî de digere ku bidomîne. Ev pêkanînên Tirkiyeyê Sîstema Hiqûqê ya Mafên Mirovan a Ewropayê jî dike berpirsyar ku bi peymanan pê ve girêdayî ye. Îmrali her roj bi bêhiqûqî û kêfiyetê, ji aliyê Hiqûqa Mafên Mirovan a Gerdûnî ve mîna Gûantanamo ku 'çalereş' e, ji bo Sîstema Hiqûqê ya Ewropayê jî veguheriye çalereşekê. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û DMME ji bo kontrolkirin û pêşîgirtina li vê yekê di ecnama têkoşînê de ava bûne.
 
Lewma em serdana Birêz Serok a ji bo Tirkiyeyê girîng dibînin ku dikare li gel binpêkirinên cuda yên li Tirkiyeyê Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê jî bi helwesteke rexnekirinê bîne ser ziman, helwestê nîşan bide. Em dixwazin bi bîr bixînin ku dûrî ji nêtê, eger helwesteke berevajî vê bê nîşandan wê hîn bêhtir hêzê bide dewleta Tirkiyeyê ku mafên mirovan binpê bike."
 

Sernavên din

07/09/2020
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir
09:02 Mirina bi guman a jina ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe
09:00 Rojnameger Abdula: Dewleta tirk ji azadiya Ocalan re ne amade ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2020'AN
06/09/2020
20:34 Di TIR’a ku agir pêket de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
20:28 53 kesên din jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:20 Li Rihayê polisan binçavkiriyan îşkence kir
20:05 Sancar li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya: Wê hesab bê pirsîn
15:09 Li Cizîrê TIR’a qeza kir agir pêket
14:30 HDK û ÎHD: Bûyerên 6-7’ê Îlonê bi ‘planên çongşikandinê’ didome
14:04 Odeya Dermanxaneyan a Amedê: Ji ber ku kurd bûn êrîş li karkeran hat kirin
14:04 Bûldan: Bila miha Muharremê bibe wesîleya aştî, azdî û yekitiyê
13:47 Di mehekê de 560 jinan serlêdana alîkariyê kirin
13:10 AKP’iyan parvekirina wêneyên xwe yên bi Serokê DMME’yê re jêbirin
13:08 Ji daxuyaniya Walitiya Sakaryayê êrîşa li dijî karkeran derket
13:05 Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya
11:48 Bertek nîşanî wêneyê Serokê DMME’yê Spano yê bi AKP’iyan re dan
11:29 HDP: Divê rastiya komkujiya 6-7’ê Îlonê derkeve holê
11:14 Gotinên karkeran êrîş li wan hatibû kirin derketin holê
10:46 Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya derketina kolanan
10:01 Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran weke yên şahidan bigire
09:18 'Tirkiyê 350 zarok ji Sûriyê şandin şerê Lîbyayê'
09:06 Li bajêr tekane jina karsaza qehwexanê: Min guh neda çavên şaşwaz
09:06 Hêj der barê doza esker Mustafa Araz ê bi guman mir de pêşketin tune
09:04 Nexweşê Covîd-19'ê mecbûr ma bi dolmîşê biçe nexweşxaneyê
09:03 ‘Êrîşa nîjadperest encama atmosfera siyasî ye'
09:03 Dengbêj Faîkê Kifîfê: Dixwazim heya nefesa dawî bistrêm
09:03 Maçîn: Gel ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze
09:02 AYM, ji bo îşkenceya bibelge got 'delîl tuneye'
09:01 'Şideta Dîjîtal' çi ye, divê jin çi bikin?
09:01 Yilmaz: Wêneyê li Moskovayê peyama ji bo Tirkiyê û Amerîka ye
09:01 Cotkar ji krîza aborî bêtir di krîzê de ne
09:00 Gola Sixkê ziwa dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN
05/09/2020
19:45 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Platforma Jinan a Şahmeranê: Em ê li dijî her cureyên tundiyê bitêkoşin
17:48 Walî ji karkeran re gotiye 3 êrişkar hatine binçavkirin
17:17 Li Geliyê Godernê paqijiya derdorê kirin
17:02 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
17:00 Tifaqa Kurdistanî dê biçe serdana karkerên kurd ên êrişî wan hat kirin
16:54 Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin
16:08 ÎHD: Êrîşên li Sakarya berdewama polîtîkaya înkarê ye
16:01 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrişa li Sakaryayê şermezar kir
15:47 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek ji nexweşxanê hat derxistin
15:23 Xwestin girtiyê nexweş Kasim Karataş were berdan
15:00 Girtiyê nexweş 20 salin li bendêye bê emeliyatkirin
14:37 Eskeran gundê karkeran dorpêç kir
14:14 Li Çiyayê Cûdî şewat belav dibe
14:11 Keskîn êrişa li Sakaryayê nirxand: Nijadperestî nexweşî nîne, awayê pergalê ye
13:54 Dîwar bi ser de hilweşiya û jiyana xwe ji dest da
13:53 HDP: Emê şopdarê êrîşên li dijî karkerên kurdan bin
13:52 Birayê winda: Emê heta nefesa dawî ji dewletê hesab bixwazin
13:07 Sakçi û Tosûn jî li Sakaryayê hatin qetilkirin
12:44 Ocalan di çareseriyê de û îqtîdar jî di tecrîtê de israr dike
12:22 Xizmên windayan aqûbeta Aras pirsîn
12:11 Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin
11:11 Li çoltera Payîzava sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin
10:53 Ji ber laçika kesk, sor û zer 24 saet di binçavan de ma
10:33 Êrîşa li dijî karkerên kurd wê bibe rojeva Meclîsê
10:27 'Bûyerên 6-7'ê Îlonê îro jî li ser civakê didomin'
10:12 Li Tarlabaşiya Stenbolê jiyan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe
10:03 Parêzer: Îdîanameya derbarê Mehmet Demîr de fiyaskoye
10:02 Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne
09:55 Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir
09:39 Ji minareyan cudakarî olan dide!
09:38 Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN
04/09/2020
20:10 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:11 Ji bo Mesût Issi yê parêzer Boylû kuşt muebbeta giran hat xwestin
15:24 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:05 Dîsa Sakarya û dîsa êrişî karkerên kurd kirin
14:56 Parêzer Aytaç Unsal dawî li çalakiya xwe anî
14:46 Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
14:45 Tuncel: Pirsgirêka gelê kurd li dadgehê nayê çareser kirin
14:45 ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e
14:15 Ji ber karantînayê biryar dîsa nehat dayîn
13:54 Ji bo Ozbek a krîza dil derbas kir biryara berdanê hat dayîn
13:50 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Bila dewlet şerm bike
13:44 Pirtûka bîranînên Apê Mûsa di refan de cihê xwe girt
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da