NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Minbic û Efrînê yên Bakur û Rojhilatê Surîyeyê 3 teqîn çêbûn. Di teqînan de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Piştî êrîşa duh a hewayî ya Tirkiyeyê ya li dijî gundê Helincê yê Kobanê, îro li bajarên Minbic û Efrînê yên Bakur û Rojhilatê Surîyeyê 3 teqîn çêbûn. Di teqînan de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
LI MINBICÊ 2 TEQÎN
Ji her sê teqînan 2 jê li Minbicê çêbûn û di teqînan de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn. Hat hînbûn ku birîndaran rakirina nexweşxaneya li bajar. Meclisa Leşkerî ya Minbicê angaşt kir ku teqîn bi destê Îstixbarata Tirkiyeyê MÎT’ê pêk hatine.
LI EFRÎNÊ 3 KES MIRIN
Teqînek jî li bajarê Efrînê ku di bin kontrola Tirkiye û komên mîllîter ên girêdayî Tirkiyeyê de pêk hat. Di vê teqînê de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Derbarê teqîne de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.