AMED – Li navçeya Farqînê kesê bi navê Mehmet Ekîncî birayê xwe Hamîd Ekîncî û zavayê xwe Raûf Guzel bi çiftê birîndar kir.
Li gundê Fêra yê navçeya Farqînê ya Amedê kesê bi navê Mehmet Ekîncî ji ber meseleyeke erdan birayê xwe Hamîd Ekîncî û zavayê xwe Raûf Guzel bi çiftê birîndar kir. Hat hînbûn ku Ekîncî ji navenda Farqînê çûye ser erd, birayê xwe û zavayê xwe birîndar kiriye.
Gundiyan Ekîncî û Guzel ên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzoglû û ji vir jî rakirin nexweşxaneyeke Amedê.