Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek

  • rojane
  • 09:11 23 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û got: “Divê hemû hêzên welatperwer, aşitîxwaz û demokratîk dengê xwe bikine yek û li dijî van êrîşan derkevin.”

Êrîşên Tirkiyê yên li ser Herema Federe ya Kurdistanê didomin. Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û Yekîtiya Neteweyî de axivî. Tek, diyar kir ku ne cara ewil e ku Tirkiye êrîşî Herema Federal a Kurdistanê dike û got: “Tirkiyê ji 1983’an û vir ve êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Bi hinceta li wir PKK heye êrîş dike lê niyeta wan ya rast ne ewe. Siyaseta ku ji damezrandinê heta niha dewleta tirk bi rêve dibe li ser înkarkirin û tunekirina gelê kurd e. Ev êrîş jî beşek ji vê ye. Bingeha pirsgirêka kurd li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ye. Çareserî jî divê li van deran pêk bê. Çareserî bi êrîş û înkarkirina gelê kurd nayê. Çawa êrîşên berê serneketin û bûne sedemê ku rewş aloztir û pirskirêka kurd kûrtir bibe dê vê carê jî wisa be. Ev êrîş jî wê bi sernekeve. Ne PKK xelas dibe ne jî pirsgirêka kurd tê çareser kirin. Mafê demokratîk û netewî yê gelê kurd were naskirin pirsgirêka kurd dê ber bi çareserkirinê ve biçe.”
 
Tek, anî ziman ku gelek armancên Tirkiyeyê di êrîşkirina Şengal, Kampa Mexmûrê û Qendîlê de hene û got: “Armanceke Tirkiyeyê nehiştina PKK’ê ya li heremê ye, ya din bê îstîkrarkirina Başûra Kurdistanê ye. Ji ber ku çandinî, pêz xwedî kirin xelas dibe, Kurdistan tê şewitandin, gund tên vala kirin, mirov tên kuştin.” Tek, bibîrxist ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglû gotiye ‘Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) nêzîkî PYD'ê bibe wê bibe hedefa me’ û wiha berdewam kir: “Nêzîkatiya Çavûşoglû siyaseta Tirkiyê ya derbarê pirsgirêka kurd de aşkere dike. Em dizanin heta mehekê berê têkiliyên ENKS’ê û Tirkiyê hebûn. Lê niha dibêjin ji ber ku ENKS nêzîkî PYD’ê bûye hedefa me ye. Ev jî dide nîşan dan ku dewletên dagirker naxwazin mala kurdan, rêxistinê kurdan bibin yek. Ji bo ku yekitiya kurdan pêk neyê çi ji destê wan bê dê bikin.”
 
‘DIVÊ YEKITIYA KURDAN PIR DENG Û RENG BE’
 
Tek, destnîşan kir ku li hevhatina Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û ENKS’yê gelek baş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lihevhatin baş e lê kêm e. Hinek partiyên ku li Kurdistana Rojava bi hêz in weke Partiya Pêşverû û Partiya El-Wihdê (Yekitî) ne di nav de ne. Divê ev jî di nav de bin. Ev li hev hatin li ser Peymana Dihokê hatiye damezrandin. Du partiyên amadekar û beşdarvanên Peymana Dihokê Partiya Pêşverû û Partiya El-Wihdê bûn. Yekitiya kurdan çiqas pir reng û pir deng be ewqas xurt dibe. Divê herkes tevlî vê îtîfakê bibin. Dê wê demê serkeftina gelê kurd jî nêzîk bibe.” 
 
‘EM AMADE NE KU BI PARTIYÊN KURDISTANÎ RE BIXEBITIN’
 
Tek, bilêv kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, Yekitiya Ewropa (YE), Emerîka, dewletên mezin, partiyên kurd û Kurdistanî yek helwest bin û li dijî êrîşên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin û got: “Ji bo deng derxistineke hevbeş em amade ne ku bi partiyên din ên Kurdistanî re bixebitin. Mirov dikare gelek tiştan bi hevre bike. Roj roja bilindkirina dengê aşitiyê ye. Ji bona vê yekê hemû hêzên aşitîxwaz, kurdperwer û demokrat divê li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê em bi hev re bixebitin.”
 
‘ARMANCA ME PARASTINA BERJEWENDIYÊN GELÊ ME YE’
 
Tek, destnîşan kir ku hêzên serdest li gor berjewendiyên xwe tev digerin û got: “Wexta kurd li Kurdistana Rojava û Başûr li dijî DAÎŞ’ê şer dikir van hêzên serdest digotin ‘kurd qehreman, pehlewan û zîrek in, dost û hevalbendên me ne.’ Wê demê berjewendiyên wan wisa dixwest . Divê em xwe nexapînin. Divê kurd siyaseteke nerm birêvebibin. Em siyasetekê deynin pêşiya xwe ku berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Divê siyaseta kurd nirxên netewî berbiçav bigire û li gor wan tevbigere. Armanca me ya yekemîn parastina berjewendî û azadiya gelê me ye.”
 
‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ DENGÊ XWE BIKIN YEK’
 
Tek, diyar kir ku divê siyaseteke wisa bê birêvebirin ku dostên gelê kurd pirtir, dijmin jî kêmtir bin û got: “Divê hêzên serdest li dijî êrîşên dewletên dagirker derkevin. Çi êrîşên Îran, çi Tirkiye çi Suriye. Divê piştevaniya doza gelê kurd ya rewa bikin. Li Tirkiyê rewş berbi xerabiyê ve diçe. Hikumeta AKP’ê û Erdogan ber bi dîktatoriyê ve diçe. Êrîşên li dijî gelê kurd her ku diçe zêde dibin û berdewam dikin. Êrîş li partiyên kurd, siyasetmedarên kurd tên girtin, tayînkirina qeyûman berdewam e, nûnerên kurd li parlementoyê tên derxistin. Ji ber vê yekê ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan divê hemû hêzên welatperwer, aşitîxwaz û demokratîk dengê xwe bikine yek û li dijî van êrîşan demokrasi û azadiyê pêk bînin.”
 

Sernavên din

23/06/2020
11:28 Hevşaredarên Sarûcanê binçav kirin
11:28 Bertekên li dijî bombebaranên TSK’ê
11:26 Kujerê Uygurlar hat binçavkirin
11:15 Cezayê birîna îlanan li Rojnameya Evrenselê hat birîn
10:57 Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn