DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê

img
AMED - DBP'ê têkildarî "Meşa Demokrasiyê" ya HDP'ê daxuyaniyek belav kir û got meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê "Meşa Demokrasiyê" li HDP'ê ku ji Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin û îro li Enqereyê bi dawî bibe daxuyaniyek nivîskî belav kir. DBP jî wek pêkhateya HDP'ê di her du baskên meşê de cihê xwe girtibû. 
 
Daxuyaniya DBP'ê wiha ye:
 
"Meşa me ya li hember desthilatdaran a ku berî 18 salan dema hatibûn ser kar bi vegotinên ku dê li hember dizî, xizanî û qedexeyan bin, lê nîha dizî, xizanî û qedexeyan ji bo xwe rewa dîtin û rejîma yekkesanî jî bo xwe saz kirin û rêveberîya vî  welatî tenê kirin bin destê xwe, îro wê derbasî merheleyek din bibe. Armanca  me ya " li hember derbeyan meşa me ya  demokrasiyê"  a ku ev hefteyek e dom dike,  li hember faşîzmê ya ku dixwaze li  hemû welatî belav bibe, dixwaze hemû rêyên siyasetê bigre, aşitiyê asteng bike, azadî û mafan binpê bike de nûvekîrîna siyaseta Tirkiyê ye. Meşa demokrasiyê di demek e ku tenê çapemeniya wan li ser kar e, dengê muxalefetê hatiye birîn, gel di nav pêçeka xizaniyê de tê xeniqandin de ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên HDP'ê ye. Ev meş dengvedana êrîşên li hember muxalefet û gel e, meşa berxwedanê ye. Em jî wek DBP di demek e ku Kurd nayên hesibandin, polîtîkayên qetlîam û tunekirinê tên meşandin, gel tê xeniqandin û bi pirsgirêkên aborî ve rû bi rû tê hiştin de ji bo xwestekên azadî û dadmendiyê  me jî di vê meşê de cî girt. 
 
MEŞA BERXWEDANÊ YE
 
Di vê meşê de gelek caran ji aliyê hêzên desthilatdar ve astengî hatin derxistin. Êrîşî hevalên me kirin û hatin binçavkirin. Di gel vê yekê di meşa xwe de me yek gavek jî bi paş de ne avêt. Ji ber ku ev meş li hember kesên tekparêz, desthilatdar û kesên ku dixwazin pergala faşîzmê ava bikin e. Ev meş, bi lihevkirina kesên ku dixwazin dengê gel bibirin, xizaniyê belav bikin na, ev meş meşa kesên ku di baweriya  berxwedan û serkeftinê de ne û kesên hewl didin ji tarîtiyê derkevin ronahiyê ne. Ev meş meşa firehkirina enî û bihêz kirina berxwedanê ye. 
 
GEL DIXWAZE AZAD Û AŞTIYANE BIJΠ
 
Bi meşa xwe ya li hember derbeyan demokrasiyê me çemên Zap û Merîçê ên ku li hember serhildêrî û azadiya wan nehatî sekinandin bi hev ve kir. Em di hemû qadên vî welatî de li hember cûdatiyê û li hember xwesteka dijminatiya gel sekinîn û me qîr da ku em yek in. Me carek din da nîşandan ku li hember asîmîlasyonê, zext û qetlîaman emê bi hev re têbikoşin. Ev meş da xûyakirin ku demokrasî û azadî ne bi tena serê xwe, dema em bi hev re yek bin dê biserkeve.Wê bi yekîtiya gelan û bi berxwedana gel dê biserkeve. Em jî ji Edîrneyê heta Colemêrgê ji bo ku van ji gel re vebêjin meşiyan. Me di rê de carek din dît ku gel li ser vê axê, li vî welatî di nav aşitî û azadiyê de dixwaze bijî. Xwesteka gel jî ji bo me peywir e. 
 
TIRSEK MEZIN XIST DILÊ WAN
 
Bi vê meşa xwe me carek din li hember desthilatdariyê ya ku di vî welatî de cûdaxwazî û dijminatî, li derveyî welat jî bi polîtîkayên şer pirsgirêkan vedişêrîn û dixwazin desthilatdariya xwe qewîn bikin de tirsek xiste dilê wan. Me carek din nîşan da ku emê textê wan hilweşînin. İro em dê yekîtiya li Enqere û li Edîrneyê bi berxwedêriya Colemergê ve bêxin yek  û ji bo ku azadî û dadmendiyê pêk bînin em dê birêxistin bibin. Meşa me ya li Enqere wê  bi dawî nebe. Ya rastî ev meş ji bo zêdetir dadmendî, zêdetir maf û azadiyan gava yekem e. Piştî vê meşê ji Edîrne heta Colemêrgê ji bo pêkanîna xwestekên hemû gelên xwe emê bêhtir bixebitin. Em dê li çar hêlê vî welatî bibin dengê gelan. Ev meş pevgihîna dengan a li heman asîmanan e. Em jî dizanin ku ev deng mizgîniya kêfxweşiya serkeftinê ye. Em bi bawerîya mizgîniya serkeftinê meşa demokrasiyê silav dikin û em dibêjin emê bi hev re li hember bêdengiyê bibin deng û emê bi hev re têkoşîn bikin." 
 

Sernavên din

20/06/2020
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele