Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike

  • rojane
  • 09:09 20 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya ji bo êrîşên Tirkiyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê diyar kir ku êrîş li dijî yekîtiya neteweyî ne û got: “Bang li hikûmeta Başûr dikim ku li dijî van êrîşan bêdeng nemîne.”

Tirkiyeyê di 14’ê Hezîranê de bi balafirên şer êrîş biribûn ser Şengal, Mexmur û Qendîlê. Di êrîşan de li Şengalê sivîl birîndar bûbûn. Hê jî êrîşên Tirkiyeyê didomin û heya niha ji ber van êrîşan li Başûr jî 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) û Hevşaredarê Erxeniyê yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin Ahmet Kaya der barên êrîşên Tirkiyeyê de axivî.
 
‘HIKÛMETA TIRKIYETÊ TENGAV BÛYE’ 
 
Kaya, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê bi van êrîşan dixwaze xwe li ser piya bihêle. Kaya, anî ziman ku hikûmet pir tengav bûye û got, ji ber ku dixwaze kesên nijadperest jî li derdora xwe kom bike êrîşên bi vî rengî dike. Kaya got: "Hikûmeta Tirkiyeyê çi qas ketibe zor û zehmetiyê êrîşên wiha kirine.” 
 
Kaya, destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi van erîşan dixwaze di pêvajoya avakirina yekîtiya neteweyî de destê kurdan qels bike û got: “Çi qas kurd nêzî hev dibin, tifaqa neteweyî di rojevê de be êrîş jî ew qas zêde dibin. Heta niha kurd perçe bûn, axaftinên wan bi hev re kêm bûn. Di vê pêvajoyê de li ku derê çi êrîş were kirin li dijî yekîtiya neteweyî ye.”
 
‘ÊRÎŞ WÊ BIBIN HEVGIRTINA GELÊ KURD’
 
Kaya, anî ziman ku gelê kurd ji bo tifaqa yekîtiya netewî gavekê li pêş partî û saziyên kurda ye û got: “Gelê kurd zêdetir tifaqê dixwaze, divê zêdetir li dor hêzên xwe bicivin û ji bo têkiliyên xwe xurttir bikin zextê li wan bikin. Weke Seydayê Cegerxwîn gotî ‘heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.’ Em baş bizanibin ku serfirazî, azadî û xelasiya me di tifaqa neteweyî de ye. Heke em yekitiya xwe pêk neynin wê destkeftiyên me yek bi yek ji me bistînin. Şûna ku em hev du sûcdar bikin divê em zêdetir li ser êk û du çawa bi hêz bikin bisekinin. Ev êrîş wê bibin wesileya hevgirtina gelê kurd.”
 
‘DOZA GELÊ KURD A SERFIRAZ WÊ LI SER PIYA BE’
 
Kaya, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemîne û got: “Heke hinek xîret û şerma me hebe gereke ji van êrîşan em fedîkar bin. Ji ber ku ev êrîş li erdnîgariya me tên kirin. Pir şerm û eybe ku dewleteke êrîşkar li erdnîgariya me bombeyan bibarîne û mirov jê re bibe alîkar. Gel vê yekê qebûl nake. Heke alîkariya hikûmeta Başûr hebe divê hinek zû dev ji vî karî berdin. Em di pêvajoyeke pir zehmet de derbas dibin lê divê em bi hêvî û hêz bin. Gelek hikûmetên wiha hatin û çûn. Lê doza gelê kurd a serfiraz li ser piya ma û dê ji niha û şunde jî li ser piya be”
 
MA / Fahrettîn Kiliç / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

20/06/2020
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele