AMED – Polîsan li Amedê bi ser malan de girtin û 2 kes binçavkirin
Li Amedê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtina malan de endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Jiyan Taş hatin binçavkirin.
2 kesên hinceta binçavkirin wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.