* Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin anî ziman ku îqtidar ji bo pêdiviyên xwe û astengiyên li pêşiya xwe dixwaze pergala hilbijartinê ya baroyan biguherîne û got, bi teklîfa guherandina Qanûna Parêzertiyê jî dixwaze baroyan bêdeng bike.
* Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, anî ziman ku pêdiviya kurdan bi "yekîtî û tifaqê heye" û got: "Me gava zehmet avêt. Me dest da destê hev. Piştî vê ya girîng em ê pergaleke çawa ava bikin."
* Albûma solîstê Koma Agirê Jiyan Alî Jiyan derket a bi navê "Arîn Mîrkan" derket.
* Dêra keldanî ya li gundê Îşî ya Qilebanê ku kes guh nadê ji aliyê kesên ku li xezîneyê digerin ve tê rûxandin.
* Rabîa Ataş ku keça wê Şîvekar Ataş di Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê de ye, diyar kir ku girtiyan ji ber binpêkirinên mafan dest bi çalakiyan kiriye û got: “Ez bang li her kesî dikim ku piştevaniya çalakiya girtiyan bikin. Heke daxwazên zarokên me bi cih neyên em malbat em ê biçin li pêş Dadgeha Destûra Bingehîn.”
* Piştî 30 salan li Komtik û Çiyayê Katoyê cardin çandinî dest pê kir. Cahît Ozkan, ji bo çandinî û karekî palûteyî bang li welatiyan kir.
* Li Gundê Qizilqa yê Bazîda Agiriyê piştî ba û bahoz rabû baniyê 50 xanî û koman hilweşiya û welatiyên ku xanî û gomên wan zerar dîtine 22 rojin nikarin biçin malên xwe. Her ku ba û bahoz radibe, baniyên bi dehan xanî û goman hilweşiyan û bi dehan bangî gom û tendûr di bin avê de dimînin.
* Hevseroka Şaxa SES'ê ya Antalya Şukran Îçoz diyar kir ku piştî hikûmetê biryara pêvajoya 'Asayî' da destpêkirin şewb gelek zêde bû û wiha got: "Kedkarên tenduristiyê kedek gelek zêde didin. Lê nikarin heqê keda xwe bistînin.
* Li Tûzlayê bi sedan karker serê sibê bi hêviya ku dê bixebitin tên li “Rawestgeha Karkeran” li benda kar disekinin. Ev rawestgeh dişibe bazara koleyên modern.
* Pêşketinên debarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.
* HDP, wê di çarçoveya "Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê" de li Wanê bernameyên cuda li dar bixe û li Qada Esenyûrt a Stenbolê jî, bi gel re bicive. (10.00 - 19.00)
* Danişîna Doza derbarê rojnameger Huseyîn Aykol û Rayhan Çapan a bi hinceta nûçeyên di rojnameya Ozgur Gundemê derketin de hat vekirin, wê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Yekemîn danişîna doza derbarê endama avakara EGE-TUHAYDER'ê Selma Altan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat vekirin û niha girtiye, wê li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (15.00)