NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşên hewayî yên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê vê carê jî Herêma Bradostê hat bombebarankirin.
Balafirên şerî ku duh ji Amedê ber bi Başûr ve çûbûn Kampa Mexmûrê, Şengal û Qendîlê bombebaran kiribûn. Lê belê îro êvarî Herêma Bradostê jî hat bombeberankirin.
Li gor nûçeya Roj Newsê di êrîşa hewayî de gundê Alikan, Xelîfan, Sîran û Gerwa Zirara hatine bombebarankirin.