AMED – Her diçe mirina masiyên Çemê Dîcleyê zêde dibin. Parêzvana jiyanê Guner Yanliç, dest nîşan kir ku cureyên masiyên endemik ên di çem de bi tunebûnê re rû bir û ne û tiştên dibin sedema masiyan yeko yeko rêz kirin.
Di demên dawî de masiyên Çemê Dîcleyê xwe li perava çem dixin û gelek jê dimirin. Parêzvana jiyanê Guner Yanliç, mirina masiyan nirxand û hişyar kir ku dê cureyên endemîk ên di çem de tune bibin. Yanliç, diyar kir ku ev saleke masiyên Çemê Dîcleyê dimirin û sedema vê yekê jî texrîbata li Baxçeyên Hewselê û hewzeya Çemê Dîcleyê ye. Yanliç, dest nîşan kir ku îstila, qirêjiya li ser Dîcleyê tê kirin û ji ber polîtîkayên çandinî û avê yên îktîdarê qadên xwezayî zirarê dibînin. Yanliç, anî, ziman ku Bendava Kebanê ya li ser Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin û Bendava Dîcleyê ya li ser Robarê Dibniyê hatiye çêkirin birha (debî) çem kêm kirine û ji ber vê ava ku heta Bismilê diherike di qanûnê de ne di statuya çem de ye. Yanliç wiha got: “Ji ber wek çem nayê hesibandin, ocaxên qûmê li vê qadê texrîbatên ekolojîk didin der û em nikarin li hemberî van avaniyên ku hevsenga xwezayê texrîb dikin di warê huqûqî de bitêkoşin.”
GEFA HERÎ MEZIN OCAXÊN QÛMÊ NE
Yanliç, diyar kir ku li hewzeya çem bi awayekî zêde betornarme çê dibe. Yanliç got ku îktîdar ji bajarvaniyê betonê fêm dike û bi awayekî zêde ber bi betonarmeyê ve diçe. Yanliç, da zanîn ku ji ber vê betonarmeyê hejmara ocaxên qûmê zêde dibe û ya ku zirarê dide ekosîstemê ev oxacên qûmê ne. Yanliç got ku ji ber van ocaxên qûmê koncalên bi qasî 20 metre kûr çê bûne. Yanliç dest nîşan kir ku ji ber van koncalan riya masî û bûnewerên avî yên din tê astengkirin û ev yek jî dawiyê li jiyana wan tîne.
Yanliç, got ku qirêjiya avê jî bandorê li mirina bûneweran dike û bêyî ku pîşesaziya organîzeyê ya Amedê ava xwe ya bermayî dawerivîne, diherîkîne çem. Her wiha Yanliç got ku bermayiyên şaredariyê û bermayiyên borsaya heywanên zindî jî li çem tên valakirin û ev yek bi awayekî zêde dibe sedema mirina giyaneweran.
Yanliç, balê kişand ser bandorên polîtîkayên çandiniyê û ev tişt gotin: “Ji bo bidestxistina berên çandinî dermanên kîmyewî tên bikaranîn û îktîdar piştevaniya vê yekê dike. Ev dermanên kîmyewî ku wek destekê tên dayîn li erd tên reşandin. Ava ku ji erdên nêzî Çemê Dîcleyê diherikin çem zirareke mezin didin giyaneweran.”
‘CUREYÊN ENDEMÎK TUNE DIBIN’
Yanliç, dest nîşan kir ku Gerînendetiya Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) berpirsiyariyên xwe bi cih nayinin û wiha domand: “DSÎ wek ku saziyeke ewlehiyê be li Tirkiyeyê li ser çem û robaran bendavên ewlehiyê çê dike. DSÎ’yê xwest mudaxileyî Baxçeyên Hewselê jî bike. Ji bo qadeke xwezayî dibêje ne xweşik e. Asfalt rijand Hewselê û îdia dike ku wê avahiyên li wir derdorê xweşiktir bikin.”
Yanliç, dest nîşan kir ku DSÎ’yê du deriyên Pira Deh Derî jî girt, lê belê li ser bertekan vekir û wiha got: “Du deriyên wê bi kemçeyan vekir, lê belê qadên qamirgehî yên li wir ku peywira dawerivandina xwezayî dikin di bin hafriyatê de hatin hiştin.”
Yanliç, got ku dê mirina masiyan dewam bike û bang li hikûmetê kir divê polîtîkayên xwe yên heyî biguherîne. Yanliç, anî ziman ku 3-4 cureyên endemik ên xasî Çemê Dîcleyê ne bi tunebûyînê re rû bi rû ne û her diçe hejmara masiyên di çem de kêm dibe.