RIHA - Berxwedana li Xelfetiyê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike.
Berxwedana li Xelfetiyê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. Xelkê navçeyê di saetên serê sibehê yên zû de hatin pêşiya şaredariyê. Li qada nobetê pankarta “Ne qeyûm, demokrasî” hate daliqandin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî di nav de gelek kesan di nobetê de cih girtin û serdanên navçeyên din jî didomin.
Bi mebesta piştevaniyê, ji navçeyên Pirsûs û Wêranşarê jî gelek kes hatin Xelfetiyê û di berxwedanê de cih girtin.
Çalakiya li pêşiya şaredariyê didome.