Ji bo kana keviran bi sedan dar birîn

img

DERSIM –  Li Geliyê Pilumurê ji bo avakirina kana keviran bi sedan dar hatin birîn. Welatiyên herêbê, li dijî kana keviran bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Em destûr nadin kana keviran ava bikin. Dê xweza tune bibe. Ger ku xweza tune bibe ma em dê keviran bixwin?" 

Miduriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Dersimê, di sala 2013'an de, destûr da Şîrketa Suroglu ku li ser 150 hektar zeviya daristanê kana keviran ava bike. Kana keviran ku bêyî rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) destûr hat dayîn, dê bandora neyînî li ser gundên Marçik, Sahar, Sinankoy, Nuşit, Guleç, Doa Xanê û 9 mezrayên girêdayî wan bike. Li aliyê din dê bandorê neyînî li ser çemê Pilûmurê jî çêke. Welatiyan li Dadgeha Îdarî ya Dersimê doz vekir û xwestin biryar bê rawestin. Lê tevî doz hat vekirin jî heta niha bi sedan darên li herêmê hatin birîn û amadekariyên avakirina kana keviran têk kirin. Li aliyê din tê plankirin ku nêzî 40 kanên din bên vekirin û ruhsata vekirinê hat dayîn. Welatiyên herêmê bertek nîşanî biryarê û avakirina kana keviran dan. 
 
DÊ AXA ME Û AVA ME TUNE BIKIN
 
Keyayê Gundê Sarahê  Hidir Ozmen, diyar kir ku maşîneyên kar bêyî agahiya wan ketine qada daristanê û daran dibirin û wiha got: "Li aliyeki daran dibirin, li aliyê din dê bi dinamêtan xwezayê wêran bikin. Tesisa kana keviran dê xwezayê talan bike. Li vir debara me sewalkarî ye. Ger ku ev xweza wêran bibe dê çêre tune bibe û em dê nikaribin sewalkariye bikin. Mêşvanî û sewalkarî dê tune bibe. Kanên keviran xwezayê û qada jiyanê ya welatiyan tune dike. Dê axa me û ava me tune bikin. Em destûr nadin vê yekê." 
 
Welatî Haydar Çetinkaya jî anî ziman ku ji aliyê xwediyê şîrketê ve rastî gefan hat û wiha got: "Hem rastî gefan hatim û hem jî xwestin êrîşî min bikin. Ne rapora ÇED'ê heye û ne jî analiza zerarê heye. Ji bo ji ÇED’ê muaf bibin qat biçûk nişan dane. lê piştre qat mezin kirine. 
Divê ev kanên bên vekirin bandora neyînî li xweza û jiyana zindiyan neke. Lê ev kan dê rêya avê biguherînin. Dê zerarê bide xwezayê. Dê bendorê li ser rençberên herêmê jî bike." 
 
DÊ ÊDÎ ÇANDINÎ ŞÎN NEBE
 
Çetinkaya, destnîşan kir ku dê ji ber doza keviran êdî li vir çandinî û şînahî şîn nebe û wiha got: "Ji ber toza keviran dê hemû çandiniya li vir hişk bibe. Ji ber ku filtreyan naxebitînin, toza keviran tev belav dibe û hemû şînahiyên der û dora xwe hişk dike. Destûr nadin ku nebatên giha biseride. Di serdema çîçekan de dê ber li nebatan keneve û dê bê ber bimîne. 
 
'EM DESTÛR NADIN' 
 
Welatî Ali Yumin jî anî ziman ku ji bilî zerarê tu fêdeya vê kana keviran nagêje mirov û xwezayê û wiha got: "Ev dê wêrankirinek dem dirêj li herêmê ava bike. Pişti xweza wêran bibe carek din rast nabe. De her der bibe dojeh. Gelo ev pereyê ku li vir qezenç bikin dê çiqas bi qasî tunekirina xwezayê bi qîmet bin. Ger ku xweza tune bibe dê kijan pere dîsa paşve vegerîne. Divê vê yekê ji xwezaparêzan bipirsin. Ji niha û şûndeji bo ev li vir neyê avakirin emê têbikoşin. Em dê bi şîara ‘Em destûr nadin kana keviran bê avakirin' tev bigerin." 
 
GER XWEZA WÊRAN BIBE EM DÊ KEVIRAN BIXWIN'
 
Welatî Musa Çelik jî anî ziman ku anî ziman ku şîrket keviran ji ku peyda dike ew ne pirsgirêka wan e û wiha got: "Ger ku li vir xweza winda bibe ma em dê keviran bixwin?" 
 
Welatî Alî Mukan jî anî ziman ku bi hîle û lîstikan jî anî ziman ku ew dê tevî gundiyên Mukan têbikoşin û destûr nadin ku xwezayê wêran bikin.