ŞIRNEX - Bi fermana waliyê Şirnexê li herêmê dar tên birîn û walî bi îdiaya “dê darên fistiqan li şûna wan bên çandin” hewl dide vê talanê rewa bike. Xelkê herêmê jî bertek nîşan da û wiha got: “Ma dema darên me hatin birîn û bêdar man dê çi ji fistiqan bikin? Bila walî vê talanê bide sekinandin.”
Ev zêdetirî 3 sal in li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Di nava van çendek salan de bi hezaran dar hatin birîn, bi destê cerdevanan li bajarên cuda hatin veguhestin û firotin. Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ku tevî hemû hewldan û bangên gelê herêmê jî dest ji polîtîkaya birîna daran berneda, di her daxuyaniya xwe de îdîa kir ku ev dar ji bo “ewlehiyê” tên birîn. Di heman demê de kesên li dijî talankirina xwezayê derdiketin jî bi îdiaya “alîgirên rêxistina terorê” tawanbar kir. Bi vî awayî hewl da talankirina daran rewa bike. Heman walî niha jî bi piştgiriya Projeya Başûrêrojhiat ê Anatoliyayê (GAP), Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Şirnexê û Yekitiya Hilberînerên Fistiqan ên Şirnexê dixwaze qirkirina darên herêmê bidomîne û vê qirkirinê bi rêbaza “çandina darên fistiqê” rewa bike.
Xelkê herêmê li hemberî vê hewldana waliyê Şirnexê biberteke û xwestin ku walî tavilê dev ji vê talanê berde.
'EM ÇI FISTIQAN NAXWAZIN'
Welatiyê bi navê Abdullah Uysal (80) ku erdê wî li Bestehincê heye û darên wî tên birîn, bertek nîşanî vê helwesta walî da û wiha got: “Em naxwazin darên me bên birîn. Bi birîna daran re hewayê paqij namîne. Heke dar bên birîn dê baran jî nebarin. Zindiyên di wê xwezayê de dijîn guneh in. Bi birîna daran re ew jî dê bêxwedî û bêerd bimînin. Dema dar tên birîn çavkaniyên avê jî xelas dibin. Ji ber wê em naxwazin dar bên birîn, daristanên me bên xerabkirin.”
BANG LI WALÎ KIR: BIRÎNA DARAN BIDE SEKINANDIN
Bi domdarî Uysal pirsa “Heke dar bên birîn em ê di bin siya çi de bimînin?” kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî dar nehiştine ku em di bin siya wan de rûnin. Dar hişk dibe, erd hişk dibe. Dibêjin, em ê li şûna darên hatine birîn darên fistiqan biçînin. Çi hewceyî bi vê heye? Em naxwazin li ser erdê me fistiqan biçînin. Bila darên me tê de bin. Heke ku darên me nebin em ê çi ji fistiqan bikin? Ev dar nebin em ê çawa debara xwe bikin? Daristan nebe tu tişt jî nîne. Bila darên me cihê xwe de bimînin. Ew der ne cihê fistiqane. Biçînin jî çênabin. Heke ku ew dar nebin em jî nînin. Bila darên me bimînin em çi fistiqan naxwazin. Bila walî çi fistiqan bo me nedane lê bila birîna daran bide sekinandin.”
‘PIŞTÎ KU DARÊN ME BIRÎN EM Ê ÇI JI FISTIQAN BIKIN?'
Yek ji welatiyên ku bi sala ye darên wî li Herêma Besta ya Çemê Mezin tên birîn jî Abdulkerim Îrmez (82) e. Îrmez, diyar kir ku waliyê Şirnexê di gotina xwe ya “em ê li şûna wan darên hatine birîn darên fistiqan biçînin” de jidil nîne û wiha pê de çû: “Beyî daxwaza me hemû darên me birîn. Li herêma me yek dar nehiştin. Yek kesî nedixwest darên wan bên birîn. Niha dibêjin ‘em ê fistiqan deynin’ û hêj gelek derewên din. Tiştekî wisa tune ye û em naxwazin cihê dara me ya hatî birîn fistiq lê werin çandin. Tu baweriya me bi wan nîne. Ev tiştê ku ew dikin tenê mirov xapandine. Bi vî rengî armanc dikin ku darên ku mayîn jî bibirin û piştre jî ji civakê re bibêjin em ê şûna wan fistiqan biçînin. Ev tiştê ku ew dikin tenê xapandina şeniyên vê heremê ye. Heke ku rast û dirûst bûna darên me nedibirîn. Lê heke ku jidil bin û rastbin bila darên me nebirin û em tişteke din ji wan naxwazin. Piştî ku ewqas dar birîn û pezê me ji destê me çû ma em ê çi ji fistiqan bikin?”
MA / Zeynep Durgut