Rûsya: Ji bo rageşiya Tirkiyê û Sûriyê kêm bibe lihevkirin pêk hat

  • cîhan
  • 12:45 29 Sibat 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku ji bo di navbera Tirkiyê û Sûriyê de rageşiyê kêm bikin gihîştine lihevkirinê. 
 
Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê derbarê encama hevdîtinên 3 rojan ên li gel Tirkiyê daxuyaniyek belav kir. Wezareta Rûsyayê wiha got: “Her du alî jî bi terorîstan re şer dikin û ev şer didome. Ji bo em li qadê tansiyonê daxînin lihevkirin pêk anî. Ji bo lihevkirinê berê di meriyetê de bimînin em li serê dixebitîn. Ji bo di navbera Tirkiyê û Sûriyê de rageşiyê kêm bikin em gihîştine lihevkirinê.”