Rûsya: Ji bo rageşiya Tirkiyê û Sûriyê kêm bibe lihevkirin pêk hat 2020-02-29 12:45:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku ji bo di navbera Tirkiyê û Sûriyê de rageşiyê kêm bikin gihîştine lihevkirinê.    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê derbarê encama hevdîtinên 3 rojan ên li gel Tirkiyê daxuyaniyek belav kir. Wezareta Rûsyayê wiha got: “Her du alî jî bi terorîstan re şer dikin û ev şer didome. Ji bo em li qadê tansiyonê daxînin lihevkirin pêk anî. Ji bo lihevkirinê berê di meriyetê de bimînin em li serê dixebitîn. Ji bo di navbera Tirkiyê û Sûriyê de rageşiyê kêm bikin em gihîştine lihevkirinê.”