Têkiliya Erdogan-Flynn tê şopandin: Ger ku Zarrab mukir bê...

  • cîhan
  • 11:45 17 Mijdar 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Danny Cevallos yê doza Reza Zarrab ji nêzîk ve dişopîne der barê tekiliya Erdogan û Zarab de wiha got: "Eger hûn valahiya tije bikin hûn dê bînin ku rayedarên federal têkiliyên di navbera Erdogan û Flynn de bibînin. Ger ku Sarraf bikin îtîrafkar dê geşedanên cîddî derkevin holê." 

Darizandina Karsazê Tirkiye Reza Zarrab yê bi îdîaya ambargoya DYA'yê ya li dijî Îranê xera kiriye di Adara  2016'an de hat girtin, li DYA'yê didome. Rewşa Zarrab bû mîna xaçepirsê. Her ku lêpirsîn kûr dibe Tirkiye bêtir dikeve nava fikaran. Doza Zarrab de di 27'ê mijdarê de bê dîtin. Rayedarên DYA'yê li dijî îdîayên “Rastî êrîşê hat, bû îtirafkar, rastî gefên kuştinê hat" daxuyaniya “Tenduristiya wî baş e" da. Dîsa gotina “Zarrab bi dozger re di nava hevkariyekê de ye, li dervê girtîgehê tê girtin" belav dibe. Yek ji xwediyê van îdîayan Televîzyona NBC ye. Televîzyonê diyar kir ku Dozgerê Federal ê New Yorkê bi Zarrab li hev kiriye û ji girtîgehê derketiye. 
 
TÊKILIYA DI NAVBERA FLYNN DE TÊ LEKOLÎNKIRIN
 
Li gorî nûçeya NBC’yê tê gotin ku Dozger ji Sarraf xwest ku agahiyên der barê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Michael Flynn yê ji peywirê hat girtin û Hikûmeta Tirkiye de bixwaze. NBC, da zanin ku Sarraf ji girtîgehê derxistine û li meqamê dozger hevditin pêk anine. Tê diyar kirin ku Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan ji bo van pêşketinan asteng bike ketibû nava hewldanek mezin. 
 
‘ERDOGAN XWEST DOZ BETAL BIBE'
 
Di nûçeya Tom Winter û Julia Ainsley de wiha hat gotin: "Erdogan di 2016'an de ji Cîgirê Serokê DYA'yê yê berê Joe Biden xwestibû ku doza Sarraf betal bibe. Dîsa xwestibû ku Serdozger Preet Bharara ji peywirê bê girtin. Çavkaniyan diyar kirin ku Biden ev daxwaz red kiribû. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku piştî Donald Trump wekî serokê DYA'ê hat hilbijartin, Bharara di Adarê de ji peywirê hat girtin. Du nûçeyê de wiha hat gotin: "Dozgerê bi rayeya taybet Robert Mueller, di Kanûnê de piştî wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî hat hilbijartin, mijara ku Michael Flynn xwestiye ku Fethullah Gulen birevîne Tirkiye û doza Sarraf bê xistin û ji bo vê yekê ji Tirkiye 15 milyon dolar stendiye lêpirsîn dike" 
 
‘TÊKILIYA DI NAVBERA ERDOGAN Û FLYNN DE TÊ LÊKOLÎNKIRIN'
 
Nûçe, cih didin nerînên pisporê hiqûqê yê NBC û MSNBC'ê Danny Cevallos. Cevallos, dibêje; "Eger hûn valahiya tije bikin hûn dê bînin ku rayedarên federal têkiliyên di navbera Erdogan û Flynn de bibînin. Ger ku Sarraf bikin îtîrafkar dê geşedanên cîddî derkevin holê."