Amerîkayê li Şamê bi Memlûk re hevdîtin pêk anî!

  • cîhan
  • 09:13 6 Mijdar 2017
  • |
img

ŞAM – Derket holê ku berî hefteyekê Serokê Buroya Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyê Alî Memlûk bi berpirsiyarekî Amerîkayê yê payabilind re li paytexta Sûriyeyê li Şamê civînek pêk aniye. Tê gotin ku ji 2011’an ve yekemîn car e ku her du alî di civîneke wiha de tên cem hev.  

Li gor agahiyên ku çavkaniyek ji Şamê ji ajansa Rûsyayê re duh ragihandin, Berpirsiyarekî Amerikay ya payabilind berî hevteyekê bi Serokê Ewlekariya Neteweyî yê Sûriyeyê Alî Memlûk re li peytexta Sûriyeyê li Şamê hevdîtinek pêk aniye. Li gorî agahiyan piştî şerê li Sûriyeyê di 2011’an de dest pê kir û heta niha, yekem car e ku her du alî di civîneke wiha de tên gel hev û hevdîtinê dikin.
 
MEMLÛK: AMERÎKA DAGIRKER E
 
 
Agiyên ku ji çavkaniyên pê bawer hatine girtin, ev hevdîtin berî hefteyekê pêk hatiye, lê çavkaniyê navê berpirsê payabilind ê Amerîkayê yê ku bi Memlûk re hevdîtin pêk aniye nedaye. Li gorî agahiyan Memlûk di hevdîtinê de nerazîbûna hikumeta Sûriyeyê ya li dijî hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê aniye zinan û diyar kiriye ku hemûna Amerîkayê ya Sûriyeyê wekî dagirkerî hatiye şîrovekirin
 
Li gorî agahiyên berpirsê Amerikayê jî wekî bersiv, aşkera kiriye ku armanca Amerîkayê ya li Sûriyeyê ne dagirkerî ye, armanca wan pêkanîna erkên xwe ya şêwirmendî û şerê li dijî DAIŞ’ê ye.  
 
 
Çavkaniyên herêmê destnîşan kirin ku ev hevdîtina ku di navbera Amerîka û rejîma Sûriyeyê de pêk hatiye, armanca wan ew e baweriya di navbera xwe de pêş bixin.
 
 
'MIJARA WENDAYAN JÎ HAT DEST GIRTIN'
 
Têkildarî heman mijarê Kovara Al Axbar a Lubnanê jî aşkera kiribû ku civîna ku di nav bera her du rayedaran de hatiye kirin, ji bo çarernûsa hin Amerîkiyên ku li Sûriyeyê wenda bûne bigirin dest. Li gorî kite kitan di nav wan Amerîkiyên winda de çalakvan û endamên îstixbarata navendî ya Amerîkayê jî hene.
 
 
TILERSON: SERDEMA ESAD DAWÎ DIBE
 
Berteka Amerîkayê ya li dijî desthiladariya Esed diyar e, ev yek berî hefteyekê ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Tilerson ve hat teqezkirin. Tilerson diyar kiribû ku berteka Amerîkayê ya li dijî Esed ew e ku divê dest ji serokatiyê berde û ev tişt gotibû: “Serdema Esed ber bi dawiyê ve diçe û doza serek divê ev çawa pêk bê."