Katalonya bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir

  • cîhan
  • 17:09 27 Cotmeh 2017
  • |
img

BARSELONA - Herêma Xweser a Katalonyayê, bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlankir. 

Li Îspanyayê hikûmeta navendî hewl dida xweseriya Katalonyayê rawestîne, lê belê Meclîsa Katalonyayê bi awayekî yek alî dengdayîna serxwebûnê kir. Parlementoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê bi awayekî yek alî serxwebûna xwe îlan kir. 
 
Partiya Gel, Partiya Sosyalîs û parlementerên Ciudadanos (Welatiyan) li hemberî veqetîna ji Îspanyayê derketin û avahiya parlementoyê terikandin. Partiya “Junts pel Si”, CUP û “Catalunya Si Que Es Pot” beşdarî dengdayîna serxwebûnê bûn.