Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî

  • cîhan
  • 10:48 12 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjerê ji meha hezîranê vir ve ji ber lehiyên radibin û hezaza axê heta niha 94 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li welatê Nîjer ê li rojavayê parzemîna Afrîkayê ji ber lehî û hezaza axê gelek kes mirin e. Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîlan a Nîjerê daxuyand ku ji ber şiliya dijwar di meha hezîranê de dest pê kiriye û didome bandorê li 135 hezar û 156 kesan kiriye. Midûriyetê ragihand ku ji ber lehî û hezaza axê ji meha hezîranê ve heta niha 94 kes mirin e û bi hezaran kes jî bêmal mane. 
 
Midûriyeta herî dawî di 6’ê tebaxê de hejmara miriyan wek 77 kesî ragihandibû. 
 
Sala par jî şiliyê bandorê li ser 137 hezar 797 kesan kiriye û 41 kes mirin e û 53 kes jî birîndar bûn e.