Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî 2024-08-12 10:48:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjerê ji meha hezîranê vir ve ji ber lehiyên radibin û hezaza axê heta niha 94 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Li welatê Nîjer ê li rojavayê parzemîna Afrîkayê ji ber lehî û hezaza axê gelek kes mirin e. Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîlan a Nîjerê daxuyand ku ji ber şiliya dijwar di meha hezîranê de dest pê kiriye û didome bandorê li 135 hezar û 156 kesan kiriye. Midûriyetê ragihand ku ji ber lehî û hezaza axê ji meha hezîranê ve heta niha 94 kes mirin e û bi hezaran kes jî bêmal mane.    Midûriyeta herî dawî di 6’ê tebaxê de hejmara miriyan wek 77 kesî ragihandibû.    Sala par jî şiliyê bandorê li ser 137 hezar 797 kesan kiriye û 41 kes mirin e û 53 kes jî birîndar bûn e.