Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin

  • cîhan
  • 11:59 25 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh bi şev careke din êrişî baregeha leşkerî ya Eyn el-Esad a leşkerên Amerîkayê lê dimînin hate kirin. 
 
Baregeha Eyn el-Esad a hêzên Amerîkayê ya li bajarê Enbar ê Iraqê duh careke din bi fuzeyen hedef hate girtin. Hate zanîn ku fuze derveyî baregehê ketine. 
 
Ji roja 7’ê Cotmehê û vir ku şerê Hamas û Îsraîlê dest pê kir, baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Sûriyeyê û Iraqê bûn hedefa êrîşan. Li baregeha Eyn el-Esad, hêzên koalîsyona navnetewî û leşkerên Amerîkayê yên ji bo şewirmendiya hêzên ewlehiya Iraqê bikin lê ne. Di rojên dawî de li dijî baregehê gelek êrişên fuzeyî pêk hatin.