Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin 2023-10-25 11:59:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Duh bi şev careke din êrişî baregeha leşkerî ya Eyn el-Esad a leşkerên Amerîkayê lê dimînin hate kirin.    Baregeha Eyn el-Esad a hêzên Amerîkayê ya li bajarê Enbar ê Iraqê duh careke din bi fuzeyen hedef hate girtin. Hate zanîn ku fuze derveyî baregehê ketine.    Ji roja 7’ê Cotmehê û vir ku şerê Hamas û Îsraîlê dest pê kir, baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Sûriyeyê û Iraqê bûn hedefa êrîşan. Li baregeha Eyn el-Esad, hêzên koalîsyona navnetewî û leşkerên Amerîkayê yên ji bo şewirmendiya hêzên ewlehiya Iraqê bikin lê ne. Di rojên dawî de li dijî baregehê gelek êrişên fuzeyî pêk hatin.