Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin

  • cîhan
  • 23:47 12 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Civîna çaremîn a Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî dê bi beşdariya Tirkiye, Fînlandiya, Swêd û şandeyên NATO'yê di 14'ê Hezîranê de li Enqereyê bê çêkirin. 
 
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kir ku Civîna çaremîn a Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî dê bi beşdariya Tirkiye, Fînlandiya, Swêd û şandeyên NATO'yê di 14'ê Hezîranê de li Enqereyê bê çêkirin. 
 
Dê Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stîan Jenssen, Sekreterê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Jan Knûtsson û Sekreterê Dewletê yê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê Jûkka Salovaara tevlî civînê bibin.