Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin 2023-06-12 23:47:34   NAVENDA NÛÇEYAN -  Civîna çaremîn a Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî dê bi beşdariya Tirkiye, Fînlandiya, Swêd û şandeyên NATO'yê di 14'ê Hezîranê de li Enqereyê bê çêkirin.    Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kir ku Civîna çaremîn a Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî dê bi beşdariya Tirkiye, Fînlandiya, Swêd û şandeyên NATO'yê di 14'ê Hezîranê de li Enqereyê bê çêkirin.    Dê Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stîan Jenssen, Sekreterê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Jan Knûtsson û Sekreterê Dewletê yê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê Jûkka Salovaara tevlî civînê bibin.