Helikopter leşkerî ya Rûs ket

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kaliningrad ê Rûsya helîkoptera tîpa Ka-29 ya leşkerî ket. Di qezayê de 2 pîlot mirin. 

Navenda Çapemeniyê ya Fîloya Derya Baltik a Rûsya, nûçeyek parve kir û diyar kir ku helîkoptera Tîpa Ka-29 ya leşkerî dema firandina testê dikir ket. 
Di daxuyaniyê de hat zanîn ku hêj sedema ketina helikopterê nediyar e û di helîkopterê dê 2 pilotan jiyana xwe ji dest daye.