Helikopter leşkerî ya Rûs ket 2018-04-13 15:17:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kaliningrad ê Rûsya helîkoptera tîpa Ka-29 ya leşkerî ket. Di qezayê de 2 pîlot mirin.  Navenda Çapemeniyê ya Fîloya Derya Baltik a Rûsya, nûçeyek parve kir û diyar kir ku helîkoptera Tîpa Ka-29 ya leşkerî dema firandina testê dikir ket.  Di daxuyaniyê de hat zanîn ku hêj sedema ketina helikopterê nediyar e û di helîkopterê dê 2 pilotan jiyana xwe ji dest daye.