SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 13:42 13 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê da zanîn ku di encama êrişeke li dijî wesayîta leşkerên rejîma Sûriyeyê de 17 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku bi otobûseke leşkerên Tumena Çareremîn a rejîma Sûriyeyê ve mayin teqiya. SOHR’ê, ragihand ku di encama teqînê de 17 leşkerên rejîma Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne. 
 
Bi domdarî SOHR’ê diyar kir ku rewşa gelek birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.