SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan 2022-10-13 13:42:04 NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê da zanîn ku di encama êrişeke li dijî wesayîta leşkerên rejîma Sûriyeyê de 17 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.    Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku bi otobûseke leşkerên Tumena Çareremîn a rejîma Sûriyeyê ve mayin teqiya. SOHR’ê, ragihand ku di encama teqînê de 17 leşkerên rejîma Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne.    Bi domdarî SOHR’ê diyar kir ku rewşa gelek birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.